Şandeya DEM Partiyê diçe Îmraliyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand, şandeyeke partiyê dê roja 3ê Mijdarê, serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bike. Armanca sereke ya serdanê gotûbêjkirina pêngavên nû yên siyasî û amadekirina "çarçoveyeke yasayî ya civaka demokratîk" e.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hatiye dayîn, şandeya ku dê biçe Îmraliyê ji Cîgirên Hevserokan Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê.
Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê diyar kir, armanc ew e ku beriya sersalê "yasayên navbeynî yên civaka demokratîk" werin amadekirin û da zanîn ku proseya ji bo vê yekê diyar e. Li gorî wî, "Komîsyon dê biçe giravê û hevdîtinê pêk bîne. Piştî hevdîtinê dê vegere û li ser çarçoveya yasayî bixebite."
Herwiha hate destnîşankirin ku girîng e di nava meha Mijdarê de îradeya pêwîst were nîşandan û bang li avêtina sê gavên bingehîn hat kirin:
1. Pêkanîna serdana komîsyonê bo Îmraliyê.
2. Başkirina şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan.
3. Destpêkirina xebata komîsyonê ji bo amadekirina çarçoveya yasayî.
