Heft aliyên Tirkmenî piştgiriya xwe ji bo lîsteya PDKê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Heft partiyên siyasî yên Tirkmenî, di daxuyaniyeke hevbeş de piştgiriya xwe ya fermî ji bo Lîsteya hejmar 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de ragihand. Wan Herêma Kurdistanê weke "nimûneya pêkvejiyanê" binav kir û pesnê rola Serok Mesûd Barzanî di parastina mafên Tirkmenan de dan.

Heft aliyên siyasî yên Tirkmenî îro 1ê Mijdarê, daxuyaniyeke hevbeş bi sernavê "Daxuyaniya Aliyên Tirkmenî derbarê Hilbijartinên Iraqê de" belav kirin û tê de piştgiriya xwe ji bo lîsteya PDKê di hilbijartinên ku biryar e di 11ê Mijdarê de birêve biçin, eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de, aliyên Tirkmenî tekezî li ser "pêwendiyên kûr ên dîrokî" yên di navbera gelê Kurdistanê û Tirkmenan de kirin, ku li gor wan "her dem di çarçoveya biratî û lihevkirinê de bûye."

Wan aliyan Herêma Kurdistanê weke "nimûneya pêkvejiyaneke aştiyane di navbera netewe û ayînên cuda de" binav kir û pesnê rola Serok Mesûd Barzanî dan ji ber piştgiriya wî ya berdewam a ji bo maf û daxwazên Tirkmenan.

Heft aliyan bang li hemû dengderên Tirkmen kirin ku dengê xwe bidin lîsteya PDKê, bi hêviya ku nûnerên vê partiyê li Bexdayê karibin "parastineke bihêz ji maf û daxwazên hemû pêkhateyan bikin û parêzvaniya berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û statuya Herêma Kurdistanê bikin."

Aliyên Tirkmenî yên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

Partiya Geşepêdanê ya Tirkmenî

Partiya Demokrat a Tirkmenî

Tevgera Demokrat a Tirkmenî

Partiya Rizgariya Neteweyî ya Tirkmenî

Komeleya Rewşenbîrî ya Tirkmenî

Komeleya Lîberal a Tirkmenî

Partiya Gezengî ya Tirkmenî ya Kerkûkê

 
 
Fly Erbil Advertisment