Fuad Hisên: Çanda navendîbûnê astengî bo demokrasiya Iraqê çê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Şemî, 1ê Mijdara 2025ê) di gotarekê de li Hewlêrê ragihand: “Iraq bi pirsgirêkeka mezin re rû bi rû bûye, ku ew jî zalbûna çanda navendîbûnê ye.”

Li gorî bawera navbirî, ev çand, ku encama pêkhateya eşîretîniyê û erdnîgariyê ye, ji bo pêvajoya demokratîk û têkiliyên di navbera hikûmeta navendî, Herêma Kurdistanê û parêzgehan de pirsgirêk çê kirine.

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez jî kir: “Demokrasî di bingeha xwe de tê wateya hevparî û tevlîbûnê; Dema ku hûn behsa hevpariyê dikin, ev tê wê wateyê ku hûn di fikirîn, plankirin û bicihanînê de hevpar î."

Fuad Hisên amaje jî da: “Her çend çanda bihevrekarkirinê hebe jî, lê ji bo parastina wê çarçoveyeka qanûnî hewce ye; Em hewceyî qanûnekê ne ku çanda demokrasiyê û çanda diyalogê biparêze û bike rastiyeka kiryarkî.”

Ev daxuyaniya Fuad Hisên di demekê de tê ku, mijara têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Bexdayê de, û herwesa parvekirina desthilatan, yek ji mijarên sereke yên qada siyasî ya Iraqê ye.

 
Fly Erbil Advertisment