Ezîz Ehmed: Nêzîkî 70% ya xelkê Kurdistanê elektrîka 24 saetî heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku elektrîka 24 saetî ji bo herdu rêveberiyên serbixwe yên Zaxo û Soranê hat dabînkirin, niha nêzîkî 70% ya xelkê Herêma Kurdistanê feydeyî ji projeya Ronakiyê werdigirin.
Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed li ser tora civakî ya Xê nivîsiye: “Ji bo agahdariya we, niha nêzîkî 70% ya xelkê Herêma Kurdistanê elektrîka 24 saetî heye.”
Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa tekez jî kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze heta dawiya sala 2026ê elektrîk bênavber bigihîne hemî mal û cihên bazirganî.”
Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja Pêncşemê (30ê Cotmeha 2025ê) ragihandibû ku, nêzîkî 4 milyon û 500 hezar welatiyan feydeyî ji projeya Ronakiyê werdigirin.
Wezareta navbirî amaje jî dabû: “Di çarçoveya vê pêngavê de jî, elektrîka 24 saetî bi rêya projeya Ronakiyê ji bo navendên herdu bajarên Soran û Zaxoyê tê dabînkirin û amadekariyên dabînkirina elektrîka berdewam li Rêveberiya Raperînê hatine destpêkirin.”
Her wê çavkaniyê eşkere jî kir: “Meha borî Helebce bi rêya projeya Ronakiyê bû parêzgeha yekê ya Iraq û Herêma Kurdistanê ku elektrîka 24 saetî hebe.”
Herwesa nêzîkî 3 hezar û 700 jeneratorên gazoîlê li nav taxên bajaran hatine vemirandin, ku dibe zêdetirî 50% ya tevahiya jeneratorên Kurdistanê, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku heta dawiya sala 2026ê zêdetirî heft hezar jeneratoran vemirîne.
