Serok Barzanî: Şerekê mezin di rêyê de ye û dixwazin civaka Kurdistanê hilweşînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî piştî nîvroya îro (Şemî, 1ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê bi Pêşmergeyên Dezgeha Îlon û Gulanê û girtiyên siyasî yên parêzgeha Dihokê re civiya.
Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, Serok Barzanî di wê civînê de gotarek pêşkêşî kesên amadebûyî kir û tê de spasiya xweragirî, xebat û westana wan di şoreş û zindanan de kir û got: “Ev azadî û destkeftiyên niha ji kerema Xudê, xwîna şehîdan, hêstirên dayikên şehîdan û zehmet û westana we ne, lewma ku ez bi we re rûniştime, hizir û bîrên min xweş in.”
Serok Barzanî di wê civînê de kurtiyek li ser hilbijartinên borî yên Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Iraqê û qonaxên wan hilbijartinan pêşkêş kir.
Gelek astengî hene û plan jî hene ku me rawestînin
Serok Barzanî herwesa behsa nivîsîna destûra Iraqê û pabendnebûna bi destûrê ji aliyê Bexdayê ve û derketina pirsgirêkan kir, bi taybetî jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herwesa kurtiyek li ser dîroka zilm û stem û jenosîda li dijî gelê Kurdistanê jî ji kesên amadebûyî re behs kir.
Serok Barzanî ron jî kir: "Wan welatê me bi her awayî wêran kir û me jî di çend salên borî de ji bo ji-nû-ve-avakirin û pêşxistina Kurdistanê bizavên mezin kirin. Ji bilî ku gelek astengî di rêya van bizavan de hatin çêkirin, em li ser karkirina ji bo xizmet û ji-nû-ve-avakirina Kurdistanê her berdewam bûn û em dê em dê her berdewam jî bin. Niha jî gelek astengî hene û plan jî hene ku me rawestînin, lê bi piştgiriya Xudê û neteweya xwe em dê her berdewam bin.”
Ew dixwazin civaka Kurdistanê bêhêvî bikin
Serok Barzanî herwesa ji kesên amadebûyî re ragihand: “Çawa ku we di demên borî de bi qehremanî şer kir, niha jî şerekê mezin di rêyê de ye ku ew dixwazin bi planên cuda cuda civaka Kurdistanê hilweşînin û bêhêvî bikin, bi taybetî jî bi rêya belavkirina madeyên hişber.”
Serok Barzanî tekez jî kir: “Di hilbijartinan de jî, divê hûn her bi riha bergiriya sengeran ji bo serketin û nîşandana giraniya PDKê kar bidin."
Tenê Pêşmergeyan ax û gel parastin
Serok Barzanî tekez jî kir ku, divê em bi xwe hebin û em li benda tu kesekî nebin, ji bo mînak: Kurdistan gelek caran rastî êrîşên gelek xeter hat, tenê Pêşmergeyan ax û gel parastin.
Serok Barzanî di derheqa rewşa navxweyî de jî got: Projeyên pir mezin hatine bicihanîn û projeyên mezintir jî di bernameyê de hene, da ku gelê me pişta xwe bi xwe germ bike. Di van çend salên dawiyê de jî, hatiye îspatkirin ku piraniya projeyên me bi destên navxweyî bi awayek û astekê pir bilind hatine bicihanîn. Ji ber vê yekê, pişta me bi gelê me û Pêşmergeyan germ e û em dê di bin tu zextekê de dev ji maf û bingehên xwe bernedin.
