Şîrîn Fuad Masûm: Hemî vedigerin Baregayê Barzanî
Navenda Nûçeyan (K24) - Kadroya payebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şîrîn Fuad Masûm got ku, PDK partiyeka neteweyî ye. Tekez jî kir: “Her kesekê ku dixwaze li ser Kurdistanê û gelê Kurd biaxive, divê vegere Baregayê Barzanî û cem Serok Barzanî ji ber ku Serok Barzanî li her çar parçeyan sembola gelê Kurdistanê ye.”
Kadroya payebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şîrîn Fuad ji Kurdistan24ê re got: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwe ji paşeroja Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê berpirsiyar dibîne, ji ber vê yekê girîng e ku di hilbijartinan de deng bi PDKê bê dan.”
Şîrîn Fuad Musûm di derheqa banga PDKê ya ji gelê Kurdistanê re ku dengê xwe bidin wê de got: “PDK ji wê yekê derbaz bûye ku tenê partiyeka Kurdî be, lê niha ew partiyeka Kurdistanî ye. Piraniya netewe û pêkhateyan li PDKê kom bûne û dixwazin di nav rêzên PDKê de nûnerîtiya gelê Kurdistanê li Bexdayê bikin. Armanca PDKê jî ew ku, vê carê ne tenê xizmeta Kurdistanê lê ya tevahiya Iraqê bike.”
Kadroya navbirî di derheqa hebûna hêz û aliyên din ên siyasî li Kurdistanê de jî got: “Hêz û aliyên din ên siyasî ên Kurdistanê mîna PDKê ji bo berjewendiyên Kurdistanê naxebitin, lê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. PDK erkê xwe dibîne ku Kurdistanê biparêze.”
Kadroya payebilind a PDKê di derheqa hêza PDKê de jî got: “Her kesekê ku bixwaze li ser Kurdistanê û gelê Kurdistanê biaxive, divê bi PDKê re danûstandinan bike, ji bakur, rojava û rojhilat, hemî vedigerin Baregayê Barzanî û cem Serok Barzanî. Serok Barzanî li her çar parçeyan nûnerîtiya tevahiya Kurdistanê dike. Serok Barzanî niha rêberê Kurdistana mezin e.”
Şîrîn Fuad Musûm herwesa got: “PDKê qet prensîbên xwe yên li ser Kurdistanê neguhertine, ji ber vê yekê ew ji partiyên din ên Kurdistanê, yên ku prensîbên xwe diguherînin, cuda ye. Prensîba PDKê ji ya wan aliyên ku destên xwe dixin nav destên wan kesên ku gelê Kurdistanê diêşînin pir cuda ye.”
Kadroya navbirî amaje jî da: “PDKê berpirsiyariya neteweyî û welatparêziyê hilgirtiye, dizane berjewendiyên Kurdistanê di çi de ne. PDK xiyanetê li pirs û mafên neteweyî û destûrî neke.”
