Li Diyarbekirê belgefîlma bi navê Kirasê ji Agir hat pêşkêşkirin
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Belgefîlmek li ser jiyana Xalid Begê Cibrî hat pêşkêşkirin, di belgefîlmê de behsa xebata Xalid Begê Cibrî ya doza neteweyî ya Kurd hat kirin û kar û xebatên Hereketa Azadiyê ji devê vekoler, nivîskar û endamên malbatê hat vegotin.
Li Hola Tahîr Elçî ya Baroya Diyarbekirê belgefîlmek bi navê Kirasê Ji Agir hat pêşkêşkirin. Di wê belgefîlmê de jiyana Xalid Begê Cibrî bi awayekê berfireh ji devê vekoler, nivîskar, endamên malbata Xalid Begê Cibrî û endamên malbata Şêx Efendî hat vegotin.
Derhêner Keremo, ku derhênerê belgefîlma Kirasê Ji Agir e, amaje da ku, Xalid Begê Cibrî yek ji remzên yekîtiya neteweyî ya kurd e ji ber ku bi taybetî kar ji bo yekîtiya kurdên elewî û kurdên suî kiriye, ku di belgefîlmê de tê vegotin ku Xalid Begê Cibrî li Herêma Dêrsimê bi tevlîbûna Kurdên Êzidî, Kurdên Sunî û Kurdên Elewî ji bo doza neteweyî civîn pêk anîne.
Endamên malbata Xalid Begê Cibrî nivîskar Tehsîn Sever û siyasetmedar Mehmet Emîn Sever jî di derheqa Xalid Begê Cibrî de amaje da ku, divê Kurd dîroka xwe û kesatiyên xwe yên hêja baş binasin û dîroka xwe ji çavkaniyên şaş nexwînin.
Di wê belgefîlmê de behsa hevdîtina Serokê Nemir Mela Mistefayê Barzanî û Xalid Begê Cibrî jî tê kirin.
Ev belgefîlm balê dikêşe ku piştî Şerê Yekê yê Cîhanê, bi Xalid Begê Cibrî re têgihiştineka neteweyî peyda dibe û ji bo ku Kurd bibin xwedî statû, dest bi kar û xebatan dike.
