Çavkaniyeka rojnamevanî ya PDKê bo Xezelî: Tu kesî bi qasî Serok Barzanî bo Iraqa nû bizav nekiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeka rojnamevanî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duhî (Şemî, 1ê Mijdara 2025ê) bersiva gotinên Qeys Xezelî da û got ku, divê ew baş fêm bikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yek serokatî, yek nêrîn û yek biryar heye. Herwesa got: “Baştir e ku ew dilê xwe bi wan xewnan xweş nekin ku qaşo pirbiryarî di nav PDKê de heye.”
Ev jî bersiva wê çavkaniya rojnamevanî ye:
Qeys Xezelî di hevpeyvîneka rojnamevanî de bi kanala xwe re navên Serok Barzanî, Rêzdar Nêçîrvan û Rêzdar Mesrûr anîne û bi niyeta xwe pêşketin û hevkêşeyên siyasî şîrove kirine. Em wesa difikirin ku ew daxuyanî ji bo şaşkirina raya giştî û têkdanê ne. Divê ew baş fêm bikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yek serokatî, yek nêrîn û yek biryar heye û baştir e ku ew dilê xwe bi wan xewnan xweş nekin ku qaşo pirbiryarî di nav PDKê de heye.
Herwesa hemî alî baş dizanin ku piştî hilweşîna rejîmê, tu kesî bi qasî Serok Barzanî ji bo avakirina Iraqa nû bizav nekiriye. Serok Barzanî ji her kesekî zêdetir bizav kiriye ku Iraqeka federal li ser bingeha destûrê bê avakirina, ku tê de hemî alî pabendî destûrê bin û rêzê li bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê bigirin.
Baş jî bizanin ku ne em û ne jî gelê Iraqê bi wê Iraqê re ne ku, tê de destûr bê binpêkirina û bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê bên piştguhkirin û mafya hukmî lê bikin.
Çavkaniyeka rojnamevanî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
1ê Mijdara 2025ê
