Piştî du salan, balafira yekê ya Tirkiyeyê digihîje Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî zêdetirî du salan ji rawestandinê, biryar e ku sibe (Duşem, 3ê Mijdara 2025ê) saet 1:00 ê serê sibehê balafira yekê ji Stenbolê bigihîje Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê û saet 3:00 ê serê sibehê dîsa vegere Tirkiyeyê.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, biryar e ku her heftiyê, di rojên Şemî, Duşem, Sêşem û Înê de, geştên di navbera Balafirxaneya Silêmaniyê û Tirkiyeyê de bi rêya xeta balafirvaniya Turkish Airlinesê bên kirin.

Şîrketa Turkish Airlinesê ya balafirvaniyê ragihand: "Ew balafir dê saet 22:30 ê îşev bi dema Stenbolê ber bi Silêmaniyê ve diçe û saet 1:10 ê serê sibehê bi dema Kurdistanê dê bigihîje Silêmaniyê."

Rawestandina geştên asmanî yên Balafirxaneya Silêmaniyê ji bo Tirkiyeyê bandor li ser geştên welatiyan, bi taybetî jî yên bazirganên bajarê Silêmaniyê, kiribû.

Qedexeya geştên asmanî yên Tirkiyeyê ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê li roja 3ê Nîsana 2023ê de bi biryareka fermî ya Hikûmeta Tirkiyeyê hatibû destpêkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li roja Pêncşemê (9ê Cotmeha 2025ê) bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya û li ser cezayên li ser Balafirxaneya Silêmaniyê nîqaş kirin. Erdogan di wê civînê de li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî biryar da ku cezayên li ser Balafirxaneya Silêmaniyê rake.

 
Fly Erbil Advertisment