Serokwezîr Mesrûr Barzanî cadeya dualî ya Hacî Omeranê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 3ê Mijdara 2025ê) projeya cadeya dualî ya Hacî Omeranê vekir.
Ev proje, ji bilî hêsankirina hatin û çûna welatiyan, ji aliyê tevgera bazirganiyê jî ve dê xizmeteka baş bike.
Cadeya dualî ya Hacî Omeran bi 35 milyar û 150 milyon dînaran li ser budceya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê, ji hêla Şîrketa North Lightê ve hatiye bicîhanîn, ku 50 salên xizmetkirina hatin û çûnê garantî dike.
Ew cade 2.5 kîlometreyan dirêj û 25 metreyan fireh e, lê caeya kevin a Hacî Omeranê yekalî bû û tenê heşt metreyan fireh bû, ku ji bo hatin û çûna welatiyan û tevgera bazirganiyê gelek astengî çê kiribûn.
Projeya cadeya dualî ya Hacî Omeranê li gorî standardên navneteweyî hatiye çêkirin, ku van taybetmendiyan vedigire: avrêj, tora ava vexwarinê, tora ronkirina rêyê, xet û nîşanên trafîkê û cîhên taybet ji bo rawestandina timbêlan.
Herwesa zêdetirî hezar daran li ber lêva wê cadeyê û li ser peyarêyan hatine çandin û 170 kursiyên dukesî ji bo bêhnvedana peyayan hatine danîn. Ji bo rêgirtina li hiriyan û daçûna bilindahiyên li rexan û nehêlana xetera li ser rêwiyan, li herdu aliyên wê rêyê jî nêzîkî 300 dîwarên konkirîtî hatine danîn.
