Mesrûr Barzanî: Silametî û serbilindiya xelkê Kurdistanê erk û hêviya me ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 3ê Mijdara 2025ê) projeya cadeya dualî ya Hacî Omeranê vekir û di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir.
Gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi rastî ez gelek dilxweş im ku serdana Hacî Omeranê dikim, ku demekê paytexta Şoreşa Îlonê bû, şûnwarê Barzaniyê Nemir e, cihê wan Pêşmergeyên qehreman e yên ku em niha berhema destên wan dibînin û dewlet serê zehmet û westiyana wan Pêşmergeyên qehreman niha me Kurdistaneka azad heye.
Ez dilxweş im ku em îro ji bo vekirina pareka vê rêyê li vê derê ne, ku bi awayekî serdem û birêkûpêk hatiye çêkirin û keftiye di xizmeta hemî welatiyan de. Bê guman xelkê vê deverê hejî xizmeteka yekcar ji vê zêdetir e. Tiştê ku ji destê hikûmetê jî bê, em dê li dû şiyanan di xizmeta we de bin û em dê vê pêşvebirin û pêşxistina welatê xwe berdewam bikin.
Ev cihekê girîng e ji ber ku ew bi welatê cîranê me, Komara Îslamî ya Îranê, re jî deriyek e, ku divê em girîngiyê bidin van têkiliyan û hêsankariyan ji bo hatin û çûna welatiyan bikin, û ji aliyê bazirganî jî ve ji bo me girîng e ku em bazirganiya bi welatê cîran re jî pêş bixin. Ez hêvî dikim ku ev rê û hemî kar û xizmetên Hikûmeta Herêma Kurdistanê careka din bikevin di xizmeta welatiyan û debara xelkê Kurdistanê de, û silametî û serbilindiya we ji bo me erk e û hêviya me ye.
Ez hêvîdar im her li we pîroz be, Kurdistan roj bi roj serkeftîtir be, pêşketineka zêdetir bibîne, hûn her sax û bisilametî bin û welatê me her avedan be. Gelek gelek spas.
