Mesrûr Barzanî: Ev proje pareka plana me bo Rêveberiya Soranê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 3ê Mijdara 2025ê) projeya cadeya dualî ya Hacî Omeranê vekir.
Piştî vekirina cadeya dualî ya Hacî Omeranê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Tevî ku ev der cihekê bizehmet û dûr e jî lê rêyeka navneteweyî ye, ji ber vê yekê pêdivî bû ku em girîngiyaê bidin vî cihî.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Ev proje pareka wê planê bû ya ku me ji bo Rêveberiya Serbixwe ya Soranê heye. Ez destxsweşiyê li wê şîrketa bicihanînê dikim ku karî vê projeyê bi awayekê gelek baş çê bike û bixe di xizmeta welatiyan de.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Bi îzna Xudê, tiştên din jî di rê de ne, lê bila ew jî bên çêkirin, em dê bi hev re bên û em dê wan jî bibînin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Duşemê (27ê Cotmeha 2025ê) Pira Bilind a Deriyê Soranê vekir û di gotarekê de vekirina wê pirê li xelkê wê deverê pîroz kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir: “Pira Bilind a Soranê bi awayekê pir pêşketî û di asteka bilind de hatiye çêkirin û hejî pesindanê ye. Ez destxsweşiyê li şîrketa bicihanînê dikim.”
Pira Bilind a Deriyê Soranê projeyeka stratejîk e û pira herî bilind a Herêma Kurdistanê ye. Ev proje salekê berî dema wê ya diyarkirî hat temamkirin û dê bikeve ber xizmeta rêwiyên wê deverê.
