Serok Barzanî tekez li ser bicihanîna madeya 140ê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şêx û rûspiyên Ereb ên qezaya Mexmûrê kir û pê re tekez kir: “Girîng e ku xelkê wan deveran bi dilgermî tevlî hilbijartinan bibe û dengê xwe bide wî alî yê ku di parastina deverên wan de rolek lîstiye.”
Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 3ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya şêx û rûspiyên Ereb ên qezaya Mexmûrê kir.
Baregayê Barzanî îro (Duşem, 3ê Mijdara 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de got: "Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo wê hevdîtinê anî ziman û spasiya şêx û rûspiyên Ereb ên sînorê qezaya Mexmûrê û derdora wê kir, ji ber rola wan a erênî di parastina deverên wan de û piştevaniya wan ji bo pêkvejiyanê û pabendbûna wan bi vê çand û biratiya di navbera Kurd, Ereban û pêkhateyên din ên wan deveran de."
Serok Barzanî di derheqa hilbijartinên bên ên Encûmena Nûnerên Iraqê de jî rola şêx û rûspiyên wê deverê girîng wesifand û amaje da: "Girîng e ku xelkê wan deveran bi dilgermî tevlî hilbijartinan bibe û dengê xwe bide wî alî yê ku di parastina deverên wan de rolek lîstiye, da ku rewşa wan deveran normal bibe û madeya 140ê ya destûra Iraqê bê bicîhanîn.”
Serok Barzanî her di wê civînê de guhertin û qebxwaziyên di rêya pêvajoya siyasî ya Iraq û deverê de û pêşketin û guhertinên wê bi giştî ji şanda mêvan re berçav kirin.
