Efrîn: Komên çekdar dest danîne ser bi hezaran darên zeytûnan û berhema wan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dizîn û talan zeytûnan ji aliyê komên çekdar ên di bin sîwana "Artêşa Niştimanî" de li herêma Efrînê û gundewarên wê didomin. Li gorî agahiyên ji herêmê, van koman bi awayekî berfireh dest danîne ser zeviyên welatiyan û berhema daran didizin.
Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan belav kir, li gundê Elî Karo yê navçeya Bilbilê, çekdarên koma "Hemzat" dest danîne ser zêdetirî 5 hezar darên zeytûnan û berhemên wan berhev dikin.
Rewangehê da zaznîn, beşek ji van daran milkê xelkê gundê Xelalko ne. Her wiha van koman baceke bi qasî 250 çewalên zeytûnan li ser xelkê ferz kiriye. Li gundê Bîkê yê heman navçeyê jî, endamên "Asayîşa Giştî" bi dar û boriyên hesinî zêdetirî 500 darên zeytûnan çinîne û zerareke mezin gihandine daran.
Li gor zanyariyên Rewangehê, li navçeya Raco jî, komên çekdar ên "Hemzat" dest danîne ser zêdetirî 25 hezar darên zeytûnan ên gundên Qudê, Etmana, Hecîko, Mûskê û Hesen Kelkawî.
Amaje bi wê jî kir, çekdar bi gefa çekan nahêlin ku xwediyên zeviyan nêzîkî erdên xwe bibin. Rojane berhema navbera 600 û 700 darî tê çinîn û bi kamyonan ber bi cihên nediyar ve tê veguhestin. Her wiha komên çekdar bacên dirayî li ser cotkaran ferz dikin da ku rê bidin wan berhemên xwe biçinin.
Rewangeha Sûrî dibêje, komên wekî "Siltan Murad", "Emşat" û "Hemzat" li tevahiya navçeyên Efrînê dest danîne ser bi sed hezaran darên zeytûnan. Xelkê herêmê vê pêkanînê wekî "talankirineke sîstematîk " binav dikin û diyar dikin ku di nav bêdengiya aliyên pêwendîdar de, ew ji çavkaniya xwe ya sereke ya jiyanê bêpar dimînin.
Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne jî, binpêkirin li dijî xelkê Efrînê didomin û destnîşan dike ku proseya çinîna zeytûnan û milkiyeta erdan hîn jî ne diyar e û gelek welatî nikarin xwe bigihînin zeviyên xwe.
Di daxuyaniya hevpar de ku roja 18ê Cotmeha 2025an hatibû belavkirin, 31 rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên civakî dilgiraniya xwe yên kûr derbarê zêdebûna binpêkirinan li dijî xelkê resen ê Efrînê anîn ziman. Li gorî daxuyaniyê, ev binpêkirin bi taybetî di dema çinîna zeytûnan de, ku çavkaniya sereke ya jiyana welatiyan e, zêde dibin.
