Hişyariyeke tund ji Amerîkayê bo Iraqê
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî medyaya Iraqê, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê hişyariyeke tund daye Iraqê ku di demeke nêz de operasyoneke mezin a serbazî dê li herêmê dest pê bike. Amerîkayê daxwaz kiriye ku komên çekdar ên li Iraqê bi ti awayî tevlî nebin û gef xwariye ku eger tevlî bibin, dê encamên wê "gelek xirab" bin.
Çavkaniyeke medyayî ya Iraqê ragihand, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth di peywendiyeke telefonî de, hişyariyeke tund daye berpirsên payebilind ên serbazî yên Iraqê. Li gor daxuyaniyên Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Ebasî, Amerîkayê agahdarî daye wan ku operasyoneke mezin li herêmê tê payîn, ku eger heye ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê bê kirin.
Di peywendiya telefonî de, ku ji bilî wezîrên berevaniyê, Serfermandarê Artêşa Iraqê û berpirsên îstixbaratê jî beşdar bûne, aliyê Amerîkî bi awayekî zelal daxwaz kiriye ku "komên çekdar ên li derveyî yasayê" yên li Iraqê bi ti awayî nebin parçeyek ji aloziyan. Hegseth di dawiya axaftina xwe de gotiye: "Ev hişyariya me ya dawî ye ji bo we û hûn baş dizanin ku dê bersiva rêveberiya niha ya Amerîkayê çawa be."
Ev hişyarî wek hewldanek tê dîtin ji bo rêgirtina li her bertekeke gengaz a komên çekdar ên nêzîkî Îranê li Iraqê li hember her tevgereke serbazî ya Amerîkayê.
"Cih ji komên çekdar re nîne"
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Iraqê Mark Savaya, li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" nivîsandibû, helwesta Amerîkayê zelal e: "Cih ji bo komên çekdar ên ku li derveyî desthilata dewletê kar dikin nîne."
Savaya destnîşan kir ku aramî û serweriya Iraqê bi hebûna hêzeke ewlekariyê ya yekgirtî ya di bin fermana hikûmetê de girêdayî ye. Herwiha bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de ji bo misogerkirina ewlehiyê.
Ev pêşhat di demekê de ye ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihandibû, ew pabend in hemû çekên di destê koman de bixin bin kontrola dewletê, lê ev pêvajo bi vekişîna hêzên hevpeymanan ve girê dabe.
