Li ser fermana Mesrûr Barzanî, otomobîleke pêşketî ya agirkujiyê ji bo Silêmaniyê hat şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, otomobîleke pêşketî ya agirkujiyê ku nirxê wê zêdetirî du milyon euro ye, ji bo parêzgeha Silêmaniyê hate şandin. Tê payîn ku ev amûr îro Sêşemê, 4'ê Mijdara 2025'an, bigihîje Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê.

Ev otomobîla ku ji cureyê Socage yê Îtalî ye, wek yek ji otomobîlên herî pêşketî yên agirkujiyê li ser asta cîhanê tê dîtin. Ev amûr bi taybetî ji bo rûbirûbûna bûyerên şewatê yên li avahiyên bilind û ji bo operasyonên rizgarkirina welatiyan hatiye çêkirin û dikare heta 100 metreyan bilind bibe.

Hat ragihandin ku li ser dahata navxweyî ya parêzgeha Hewlêrê, du otomobîlên bi heman rengî hatine kirîn, ku yek ji wan ji bo parêzgeha Hewlêrê û ya din jî ji bo parêzgeha Silêmaniyê hatiye terxankirin. Herwiha, li ser dahata navxweyî ya parêzgeha Dihokê jî dê otomobîleke din ji bo berevaniya sivîl a Dihokê bê dabînkirin û di demeke nêz de bigihîje.

Peymana kirîna van sê otomobîlan di 24'ê Cotmeha 2023'an de hatiye îmzekirin û nirxê giştî yê kirîna wan şeş milyon û 750 hezar euro ye.

Gihîştina vê otomobîla pêşketî, dê şiyanên tîmên berevaniya sivîl li bajarên Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav bilind bike ji bo rûbirûbûna metirsiyan û parastina can û malê welatiyan.

 
Fly Erbil Advertisment