Bahçelî: Bila şandeyek biçe Îmraliyê û berdana Demîrtaş dê bibe xêr
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku şandeyeke parlamenteran biçe Îmraliyê û got: "MHP amade ye di şandeyê de cih bigire." Derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş de jî Bahçelî got: "Rêyên hiqûqî gihîştine encamê. Berdana Demîrtaş dê bibe xêr."
Bahçelî îro 4'ê Mijdarê di civîna koma partiya xwe ya de, bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got: "Hewldana hin derdorên ku mebesta wan ne diyar e ji bo sabotekirina armanca 'Tirkiyeya bêteror' û hewldana wan a ji bo provokasyonan, li gorî me ti hikmê xwe nîne."
Serokê Giştî yê MHP'ê da zanîn, divê nêrînên "rêbertiya damezrîner a PKK'ê" werin girtin da ku nîqaşên bêencam bidawî bibin û wiha axivî: "Em potansiyela wan kesên ku hewl didin bi danîna mînan di navbera Ocalan û Demîrtaş de, astengiyê li ber pêngavên 'Tirkiyeya bêteror' derxin dibînin, lê em dizanin ku kes dê nekeve vê lîstikê."
Bahçelî bi awayekî zelal piştgiriya xwe ji bo serdaneke fermî ya Îmraliyê anî ziman û got: "Hilbijartina şandeyekê ji parlamenterên ku di komîsyona li meclîsê de hatî avakirin û çûna wan a Îmraliyê, ji bo ku peyamên pêwîst ji devê yekem werbigirin, dê pêvajoyê gelek xurttir bike. MHP amade ye ku beşdarî şandeyeke wiha bibe."
Piştî civînê, Bahçelî pirsa rojnamevanan a derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş de jî bersivand û got: "Rêyên hiqûqî gihîştine encamê. Berdana Demîrtaş dê bibe xêr."
Biryara DMME'yê misoger bûbû
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016'an ve girtî ye û di "Doza Kobanê" de 42 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 8'ê Tîrmehê de girtina Demîrtaş "ji aliyê hiqûqî ve bi pirsgirêk" dîtibû û di 7'ê Cotmehê de cara duyem biryara binpêkirina mafan dabû. Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê îtiraz li biryarê kiribû, lê duh (3'ê Mijdarê) Daîreya Mezin a DMME'yê ev îtiraz red kiribû û biryara berdana Demîrtaş misoger bûbû. Li ser vê yekê, parêzerên Demîrtaş serlêdana ji bo berdanê kiribûn.
