Ocalan: Ji bo qonaxeke pozîtîf divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, derbarê hevdîtina xwe ya duh (3'ê Mijdarê) ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gor daxuyaniyê, Ocalan bang kiriye ku ji bo derbasbûna qonaxeke pozîtîf, divê her kes bi hestiyarî, ciddiyet û bi berpirsiyarî tevbigere.
Şandeya DEM Partiyê îro 4ê Mijdarê di daxuyaniyekê de diyar kir, hevdîtinê nêzîkî sê saetan dewam kiriye û rewşa tenduristî û morala Ocalan gelek baş bûye.
Li gorî daxuyaniyê, Ocalan diyar kiriye ku ji bo pêşxistina pêvajoyê, divê dîrok û sosyolojî zêdetir bi ciddî bêne girtin. Ocalan têkiliyên Tirk û Kurdan wek "du stûnên hezar salî" pênase kir û got ku divê ev stûn bên dîtin, fêmkirin û sererastkirin da ku pêkvejiyan bê bihêzkirin.
Ocalan tekezî li ser wê yekê kir, divê ne bi xêzkirina xetan, lê bi avakirina asoyeke ku pirsgirêkên rojane jî di nav xwe de bihewîne, gav bên avêtin û wiha got: "Em di şert û mercên bi sînor de ji bo meseleyeke dîrokî hewldaneke ciddî didin. Em hewl didin ne qonaxeke rûxîner û negatîf, lê qonaxeke pozîtîf pêş bixin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li gorî Ocalan, divê fenomena Kurd bi hemû aliyên xwe ve di nav yasayîtiya Komarê de cih bigire û ji bo vê jî divê pêvajoyeke xurt a derbasbûnê wekî bingeh bê girtin. Ocalan anî ziman ku derbasbûna yasayîtiyê, dê bingehên hiqûqî yên "Komara Demokratîk" xurt bike.
Di dawiya peyama Ocalan de ev tişt hatin gotin: "Derfeta entegrasyona demokratîk a ku em îro di ber wê de ne, hem herêmî û hem jî gerdûnî ye. Ji bo ku em karibin derbasî qonaxa pozîtîf bibin, jiyanî ye ku di vê pêvajoyê de her kes bi hestiyarî, ciddiyet û bi zanebûna berpirsiyariyê tevbigere."
