Gotara Mesrûr Barzanî di nav ahenga Dihokê de

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 4ê Mijdara 2025ê) li Dihokê tevlî karnavala mezin a girseyî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn û her yek ji wan gotarek pêşkêş kir.

Ev jî gotara Mesrûr Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Cemawerî têkoşer û qehreman ê Dihok, Sêmel, Şêxan, Berdereş, Akrê, Amêdiyê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê

Qehremanên Behdînanê û keleha Kurdînî û partîniyê

Hûn hemî bi xêr hatin, li ser ser û ser çavan

Silavên Xudayê mezin li we hemîyan bin û ez silavên Lêvegerê Kurd û Kurdistanê, Cenabê Serok Barzanî, digihînim we. Ez gelek spasiya birayê xwe yê xweşevî Kekê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, dikim ji bo wan gotinên xweşik, ku bi rastî ew peyva PDKê û peyama PDKê ye û li şûna me tevan gihand we. Em hêvîdar in hûn hemî pêkve piştevabiya peyama PDKê ji bo biserxistina lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bikin. Em spasiya amadebûna we dikin, em spasiya piştgiriya we ya berdewam dikin, em spasiya wê baweriyê dikin a ku we daye me û hûn berdewam in da ku em bikarin di xizmeta we de bin.

Li ser navê we hemiyan, ez ji namzetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwazim ku rabin ser pêyan û bila em hemî pêkve bi germî bixêrhatina namzetên PDK bikin, gelek bixêr bên.

Xûşk û birayên hêja:

Me gotar nînin ji ber ku bi rastî kiryarên me gotarên me ne. Ew karên ku me pêştir kirine şahidiyê li ser wê yekê didin ku, PDKê çawa kariye xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê bike. Wekî ku birayê me yê xweşevî behs kir, hezar gotin gorî kiryarekê bin. Bi rastî kiryarên PDKê hind gelek in ku, em dikarin ji sibê heta êvarê ji we re behs bikin û hêşta jî bi dawî nayên.

Ez dixwazim bibêjim ka çima divê em tevlî vê gera hilbijartinan bibin û çima divê em dengê xwe bidin PDKê. Em li ser durêyanekê rawestiyane. Guhertin berdewam li ser asta navxweyî, herêmî û navneteweyî hene. Ji bo parastin û baştirkirina ezmûna Herêma Kurdistanê, divê em li Bexdayê bihêz bin û me tevlîbûneka çalak di parlementoya Iraqê de hebe. Gelek aliyan, hem li ser asta navxweyî û hem jî li ser asta federal, bizav kirine ku nehêlin Herêma Kurdistanê bigihîje armancên xwe, lê bi spas ji Xudê û piştgiriya we re, em li ser pêşkeftinê berdewam bûn û em nesekinîn. Gelek kes li dijî PDKê axivîne û neheqî kirine, bêbextî li me kirine û tiştên nerast gotine, pêdivî nake em li vê derê bersiva wan bidin, ji ber ku bersiva nezanan bêdengî ye.

Cemawerî qehreman ê devera Behdînanê:

Li ser adta navxweyî gelek bizav hat kirin ku, destkeftiyên me rawestînin, lê li vê derê nekarîn ji ber ku îro PDK yekane partî ye ku li ser asta Kurdistanê tu hevrikek nemaye, ji ber vê yekê wan bizav kir ku bi rêyên din û çêkirina hevpeymaniyan bi dijminên Kurdistanê re gelek zextê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê bikin, ji ber ku wan her gav li wê bawerê bûn ku serkeftina PDKê serkeftina Kurdistanê ye û rê li ber serkeftina PDKê digirin. Hemiyan plan kirin da ku rê li ber serkeftina Kurdistanê bigirin, lê dîsa bi piştgiriya we û piştgiriya Xudê, planên wan têk çûn û Kurdistan roj bi roj ber bi serkeftinên mezintir ve çû. Em li wê bawerê ne ku, bi piştgirî û baweriya we ya bi PDKê, em dê serkeftinên mezintir jî bi dest bixin.

Gelek kes niha dibêjin dengê xwe bidin me ji ber ku em hêza we û dengê we ne, lê li cihê ku PDK lê nebû, me dît ku tu kesek xwedî hêz nebû, tu kesek xwedî deng nebû, tu kesek jî ne amade bû ku xwe ji bo Kurdistanê feda bike. Tenê li wî cihê ku PDK lê ye, berevanî ji Kurdistan tê kirin. Ew cihê ku PDK lê ye, aştî, tenahî û avedanî lê heye.

Gelek aliyan bizav kir ku bi PDKê re hevrikiyê bikin û qanûnê biguherînin, kotaya xûşk û birayên me yên Xiristiyan û Tirkmen biguherînin û kêm bikin. Mixabin, me dît ku di hilbijartinên borî de, li Kurdistanê Xiristiyan û Tirkmen pir kêm bûn. Yên mayî ji ber PDKê man, ji ber ku PDKê israr kir ku divê mafên xûşk birayên me yên Xiristiyan û Tirkmen bên parastin. PDKê bawerî bi pêkvejiyana ol û neteweyan heye, PDKê bawerî bi aştî û aramiyê heye, PDK ji bo mafên hemî neteweyan xebatê dike, ne tenê ji bo mafên Kurdan, ne tenê ji bo mafên neteweyên ku niha li Kurdistanê dijîn. Di şûna wê de, lê vê carê biryara PDKê bi rênimayên cenabê Serokê me ew e ku mafên hemî gelên blindest biparêze, hemî kesên ku ji Iraqê penaya xwe aniye ber Kurdistanê û daxwaz dikin ku Kurdistan mafên wan jî biparêze. Ji ber vê yekê, vê carê namzetên me li parlementoya Iraqê divê mafên hemî Iraqiyan biparêzin.

Li ser asta Bexdayê wan gelek zext li ser Herêma Kurdistanê kir, zexta aborî li ser me çê kir, budçeya Herêma Kurdistanê qut kir, petrola me rawestandin, bizav kir ku demografî û erdnîgariya Kurdistanê biguherînin, dadgeh li dijî me bikar anîn, êrîşên bi dronan li dijî Herêma Kurdistanê bi kar anîn. Ji bo ku em nehêlin siyaseta dijatîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be, divê em bi xwe li Bexdayê bin, li navenda biryardanê da ku tu kesekê din li şûna me biryarê bide, xelkekê din li şûna me be û li ser çarenivîsa Herêma Kurdistanê planan bike û rê li ber bidestxistina mafên Kurdistanê bigire. Hebûna PDKê di parlementoya Bexdayê de dê van hemî planan têk bibe û dê Kurdistanê bike mînakek ji bo pêkvejiyan û pêşketinê li Rojhilata Navîn.

Ji bo ku Kurdistan bê parastin, divê PDK bihêz be, divê PDK parastî be. Seneda parastina PDKê xelkê dilsoz û qefadar ê rêbaza Barzanî û PDKê ye.

Xûşk û birayên hêja:

Ez dizanim ku xelkê devera Behdînanê bi giştî mexdûr bûye, wekî pêdivî xizmeta xelkê me nehatiye kirin, dijminên me her tim rê li ber hemî mafên darayî yên xelkê Kurdistanê girtine ku wekî xwe bên bicîhanîn. Lê me guhdariya we kir, me guhdariya giliyên we kir û me hemî li ber çavan wergirtin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji destpêkê heta îro kevirê bingehîn ê avedaniyê Kurdistanê danî. Em berdewam xizmetan pêşkêş dikin û em dê berdewam bin ku hemî mafên we bi dest bixin û zêdetir xizmetan pêşkêşî we bikin.

Şerê li dijî DAIŞê hat kirin, şer li dijî dijminên ku dixwestin Kurdistanê dagir bikin hat kirin, qurbanîdanên Pêşmergeyan, xebat û westiyana we nayê jibîrkirin. Ez li vê derê ji we hemiyan dixwazim ku, em serê rêzê ji bo malbatên serbilind ên şehîdan biçemînin û spasiyeka germ pêşkêşî Pêşmergeyên qehreman û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bikin.

Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bername pêşkêşî we kirine. Me qet xizmetkirina we wekî minetek nedîtiye û me her gav ew wekî erkê xwe dîtiye. Erka me xizmetkirina gelê Kurdistanê bûye. Me gelek bername hebûn da ku aboriya Kurdistanê berfireh bikin û em tenê bi tiştekî ve girêdayî nebin. Xebata ku ji bo baştirkirina jêrxaneya aborî ya Kurdistanê hatiye kirin eşkere ye. Cotkarên me êdî neçar nînin ku berhemên xwe biavêjin. Spas ji Xudê re, berhemên cotkarên Kurd niha li Herêma Kurdistanê tên firotin. Em dibînin ku festîval li hemî bajarên Kurdistanê tên kirin û deriyê hinardekirina berhemên navxweyî ji bo welatên derve jî hatiye vekirin.

Projeya Ronakiyê yek ji wan projeyan e ku gelek kesan wekî xewnek dihesiband, lê bi xweragiriya gelê me, îradeya PDKê, bêhnfirehiya we, westiyana we û piştgiriya we, bi zehmet û xebata ciwanên PDKê, projeya Ronakiyê bû rastî û îro bajarê Dihokê û gelek bajarên din xwedî elektrîka 24 saetî ne û hêviya me ew e ku sala bê îşela tevahiya Kurdistanê dê bibe xwediya elektrîka24 saetî.

Gelek projeyên avê hatine çêkirin, gelek bendav hatine çêkirin, û em dê li ser avakirina bendavan û behêlana krîza avê li hemî parêzgehên Kurdistanê berdewam bin.

Sektora pîşesaziyê yek ji wan sektoran e ku ji bo me pir girîng e ku em bêtir bala xwe bidinê û di bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku em zêdetir bala xwe bidinê sektora pîşesaziyê ji ber ku ew ji bo xelkê Kurdistanê zêdetir derfetên kar peyda dike.

Gelek cihên balkêş di geştiyariya Kurdistanê de hene. Di bernameya hikûmetê de ye ku, bala xwe bide şûnwarên Kurdistanê yên ku ji bo geştiyariyê tên bikaranîn. Heta niha, hûn dikarin bibînin ku gelek proje li Kurdistanê bêyî cudahî hatine çêkirin. Bê guman, Behdînan devereka pir xweş û balkêş e û em li vê deverê zêdetir girîngiyê didin sektora çandiniyê.

Rê û pir, niha heke hûn Herêma Kurdistanê bidin ber dever û parên din ên Iraqê, hûn dê bibînin ku Herêma Kurdistanê gelek pêş keftiye û ev proje dê berdewam bin da ku hêsankarî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bên kirin, hêsankarî ji bo hatin û çûn û ewlehiya welatiyan bên kirin, dîsa jî, çend ji van projeyan hatine çêkirin, hindî dî din di rê de ne û dê berdewam bin.

Tê nûkirin...

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment