Dick Cheney, Cîgirê Serokê berê yê Amerîkayê koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Amerîkayê yê pêştir, Dick Cheney, di 84 saliya xwe de koça dawî kir.
Peyamnêrê "Punchbowl News" Jake Sherman, îro 4ê Mijdarê li ser platforma X'ê nûçeya koça dawî ya Cîgirê Serokê Amerîkayê yê berê, Dick Cheney ragihand.
Malbata Cheney jî bi daxuyaniyekê nûçe piştrast kir û da zanîn ku ew şeva Duşemê, 3'ê Mijdara 2025'an, di 84 saliya xwe de koça dawî kiriye.
Dick Cheney, ku Cîgirê Serokê Amerîkayê George W. Bush bû, wek yek ji cîgirên serok ên herî bi hêz û bi bandor di dîroka Amerîkayê de dihat dîtin.
Cheney bi dehsalan bû ji ber nexweşiya dil dinalî û di jiyana xwe de pênc caran krîza dil derbas kiribû. Herwiha, di sala 2012'an de neştergeriya çandina dil jê re hatibû kirin.
