Mesrûr Barzanî: Kiryarên me şahidên gotinên me ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 4ê Mijdara 2025ê) di nav karnavala mezin a girseyî ya biserxistina Lîsta 275ê ya PDKê li Yarîgeha Werzişê ya Dihokê ragihand: “Ez silavên Lêvegerê Kurd û Kurdistanê, Cenabê Serok Barzanî, digihînim we tevan.”
Mesrûr Barzanî herwesa got: “Ez gelek spasiya birayê xwe yê hêja, Kekê Nêçîrvan Barzanî, dikim ji ber peyama wî ya xweşik, ku bi rastî peyama PDKê ye û li şûna me tevan gihand we. Em hêvî dikin ku hûn hemî pêkve piştgiriyê bidin peyama PDKê, ji bo biserxistina Lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê. Em spasiya baweriya we dikin û em sozê didin we ku, em dê bi çêtirîn awa li ser xizmetkirina we berdewam bin.”
Amaje jî da: “Guhertinên nû li herêmê berdewam çê dibin. Ji bo parastina ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê û bidestxistina bêtir destkeftiyan, divê em li Bexdayê bin û me tevlîbûneka çalak di Parlementoya Iraqê de hebe. Gelek alîyan bizav kiriye ku Herêma Kurdistanê negihîje armancên xwe, lê bi piştgiriya xelkê Kurdistanê, em li ser karwanê avedankirina Kurdistanê berdewam bûn û îşela em dê ranewestin. Gelek gotinên nerast û bêbextî li dijî PDKê hatine kirin, lê hewce nake ku em bersiva wan bidin ji ber ku bersiva nezanan bêdengî ye.”
Ragihand: “Me gotar nînin ji ber ku bi rastî kiryarên me gotarên me ne. ew karên ku me pêştir kirine şahidiyê li ser wê yekê didin ku, PDKê çawa kariye xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê bike. Wekî ku birayê me yê xweşevî behs kir, hezar gotin gorî kiryarekê bin. Bi rastî kiryarên PDKê hind gelek in ku, em dikarin ji sibê heta êvarê ji we re behs bikin û hêşta jî bi dawî nayên.”
Herwesa got: “PDK yekane partî ye li Herêma Kurdistanê ku, tu hevrikek nîne. Ji ber vê yekê, wan gelek bizav kir ku bi rêya çêkirina hevpeymaniyan bi dijminên Kurdistanê re zexteka zêde bixin ser Herêma Kurdistanê û xasma jî PDKê, da ku bi ser nekeve ji ber ku wan dizanî serkeftina PDKê serkeftina Kurdistanê ye. Lê spas ji Xudê re, bi piştgiriya xelkî planên wan têk çûn û Kurdistanê roj bi roj pêngavên mezintir avêtin û em li wê bawerê ne ku bi piştgiriya we, em dê serkeftinên mezintir bi dest bixin.”
Amaje jî da: “Ji ber piştgiriya we, hevkariya we, xizmeta we, têkoşîna we û kesûkarên we ye ku, PDK her tim serketî ye û vê carê jî bi piştgiriya we, ew dê ber bi serkeftineka mezintir ve biçe.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Cuda ji partiyên din, nûnerên PDKê li Parlementoya Iraqê berevaniyê ji mafên hemî pêkhateyên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.”
