Ji bo parastina berhemên xwemalî, anîna hin berheman bo Hewlêrê hat qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Hewlêrê ragihand, ji bo parastina berjewendiyên cotkaran û firotina berhemên wan li bazarên navxweyî, anîna hejmarek berhemên çandiniyê yên ku berhemanîna wan ji pêdiviya navxweyî zêdetir e, hatiye qedexekirin.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad îro 5'ê Mijdarê bi taybet ji malpera K24 re ragihand: "Hin berhemên me yên çandiniyê hene ku li seranserê salê anîna wan qedexe ye, ji ber ku berhemanîna wan a navxweyî gelek ji pêdiviyê zêdetir e."

Seyîd Murad amaje bi wê yekê kir, petate bi hemû cureyên xwe ve, pîvaz, xiyar û hemû berhemên bi pel ên wekî tivir, silk, şêlim û çewender ji wan berheman in ku ji ber zêdehiya berhema navxweyî anîna wan hatiye rawestandin.

Derbarê berhemên demsalî de, Seyîd Murad da zanîn ku bi gihîştina her berhemeke navxweyî re, nirxandin jê re tê kirin û eger rêjeya wê ji pêdiviya bazarê zêdetir be, wê demê anîna wî berhemî ji bo demeke diyarkirî tê qedexekirin. 

Herwiha Seyîd Murad da zanîn jî: "Niha demsala gihîştina hinara navxweyî ye, ji ber vê yekê anîna wê hatiye qedexekirin."

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê tekez kir, berhemên mirîşkan ên wekî goştê mirîşkê û hêk jî bi heman awayî berhemanîna wan di asteke bilind de ye û pêdiviya navxweyî têr dike, ji ber vê yekê anîna wan jî ne destûrdar e.

Ev biryar heta 15'ê Mijdarê dê berdewam bike û armanc jê piştgirîkirina cotkarên xwemalî ye da ku karibin berhemên xwe bi nirxekî guncaw li bazaran bifiroşin. 

Her sal bi gihîştina berhemên navxweyî re, Wezareta Çandiniyê bi hemahengiya bi rêveberiyên giştî yên parêzgehan re, li gorî salnameya çandiniyê, anîna hejmarek berheman qedexe dike.

 
 
Fly Erbil Advertisment