Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê Projeya "Rêrewa Jiyanê" li Hewlêrê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Mijdarê kevirê bingehîn ê Projeya "Rêrewa Jiyan", ku wek Kornîş jî tê naskirin, datîne.

Projeya Rêya Jiyanê ji sê golan (deryaçeyên destkird) pêk tê û li dora Hewlêrê dizivire. Dîzayna projeyê ji aliyê endezyarên navxweyî û şêwirmendên Îtalî ve hatiye amadekirin. Tê payîn ku ev proje dîmeneke nû û ciwan bide bajarê Hewlêrê û paytextê bigihîne qonaxeke nû ya pêşketinê.

Firehiya rêrewayê di navbera 15 û 25 metreyan de ye û kûrahiya wê jî pênc metre ye. Ava projeyê dê bi du rêgehan bê dabeşkirin û bi awayekî bazneyî li dora bajêr bizivire. Rêgeh ji taxên Şawês û Sêbêrdanê dest pê dike heta digihîje rêya sereke ya Kerkûkê û piştre jî rêya Mexmûrê.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment