Dogan: Daxwaza guhdarîkirina Ocalan rewşek xwezayî ya pêvajoyê ye

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê ligel ku prose pêşve diçe û hêj gavên yaseyî ji aliyê hikumetê ve nehatine avêtin niha jî pirsa sereke ew e: Dê komisyona meclîsê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicive an na? Berdevka DEM Partiyê li ser pêwîstiya hevdîtinekê dibêje ev yek tenê ne daxwaza Kurdan e, xwezayîya pêvajoyê ye. Parlamenterê CHPê û endamê komisyonê jî dibêje hêj bi awayek fermî pêşniyareke di vî warî de nehatiye rojeva komisyonê ku li ser gotûbêjan bikin.

Li Tirkiyeyê di warê proseya aştiyê de siyaset her ku diçe xurttir dibe ku niha jî mijara sereke bi rêya Komisyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê hevdîtineke bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ye. Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî di komcivîna xwe de carek din dubare kir ku Îmrali heta niha li pey sozên sekinî ye û divê komisyon biçe Îmraliyê guh bide Ocalan û MHP amade ye di şandeyê de cîh bigre.

Niha jî tê meraqkirin ku gelo komisyon dê biçe Îmraliyê an na ku hêj bi awayekî fermî ev yek nehatiye rojeva komisyonê. Lê belê DEM Partî li ser pêwîstiya hevdîtineke komisyonê rijd e.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ji K24ê re got: “Kurd dixwazin rêzdar Ocalan bê guhdarîkirin, pêşniyariyên wî bên standin lê ne tenê Kurd dixwazin, ev xwezayî ya vê pêvajoyê ye. Em bibêjin di vê proseyê ye aktorek e. Lewma divê komisyon jî biçe pêşniyarên wî jî bistîne, çawa îro bi hefteyan gelek sazî, dezgeh, kesayet hatin guhdarîkirin, Ocalan ji pêşiya van jî tê. Girîngiya wî rola wî bi bangaweziya ku heta niha, em bandorên bangewaziya wî dibînin.”

Partiya Yenîden Refah (YRP), Partiya Demokrat (DP) û Partiya Çepgir a Demokratîk (DSP) ku di komisyonê de cîh digrin li dijî hevdîtineke bir rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ne. Partiya sereke ya opozîsyona Tirkiye CHPê jî di vî warî de hêj helwesta xwe bi zelalî eşkere nekiriye ku helwesta wê dê di warê biryara komisyonê de diyarker be.

Parlamenterê CHPê yê Enqere û endamê Komisyonê Okan Konuralp dibêje: “Ji bilî çûn û neçûna komisyonê bo Girava Îmraliyê, heta niha bi awayekî fermî pêşniyareke di vî warî de nehatiye rojeva komisyonê. Loma muzakereyek li ser vê yekê tune ye. Dema bi awayekî fermî pêşniyar hat navendên giştî yên partiyên siyasî ku di komisyonê de cîh digrin bi nirxandinên navbera xwe de dê biryarekê bidin. Loma niha ger birastî nêteke wisa heye, em li hêviyê ne ku ew nêt ji aliyê Numan Kurtulmuş ve bi fermî were komisyonê. Li gorî wê her partî dê biryara xwe bide.”

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê jî derbarê hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke belav kir. Li gorî daxuyaniyê, Ocalan gotiye, “Pêwendiya Tirk û Kurdan wekî du stûnên hezar salî ye” û divê “diyardeya Kurdan bi hemû aliyên xwe ve tevlî yasayîbûna komarê bibe. Ocalan ragihand bû, ger komisyona meclîsê were ew amade ye muzakareyên demokratik jî bide dest pê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment