Wezîrê Dadê derbarê biryara Demîrtaş de: Em ê li benda dadgehê bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, derbarê biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di derbarê Selahattîn Demîrtaş de daxuyanî da û got, "Biryar hat dayîn, em ê li benda pêvajoya dadgehê bimînin."
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îro 4ê Mijdarê beriya Civîna Koma AK Partiyê ji rojnamevanan re axivî û biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de nirxand.
Tunç amaje bi wê kir ku Daîreya Mezin a DMMEyê îtiraza Wezareta Dadê red kiriye û got: "Biryara daîreyê hatiye dayîn. Di rewşa serlêdana aliyên pêwendîdar de, dê ji aliyê dadgehê ve bê nirxandin. Pêwîst e em hemû bi hev re li benda vê pêvajoyê bimînin."
Ev di demeke de ye, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî jî di daxuyaniya xwe ya 4'ê Mijdarê de gotibû, berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, dê bibe xêr. Bahçelî gotibû: "Rêyên hiqûqî gihîştine encamê. Berdana Demîrtaş dê bibe xêr."
Tunç, derbarê pêvajoya hiqûqî de ev agahiyên berfirehtir dan û got: "Biryareke ku ji aliyê 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatibû dayîn hebû, derbarê Doza Kobanê de... Pêvajoya îstînafê berdewam e. Di serlêdana ji bo DMME'yê de biryara binpêkirinê hat dayîn. Daxwaza dîtina li Daîreya Mezin nehat qebûlkirin. Biryar ji vî alî ve misoger bû. Niha, dê 22'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Enqereyê an jî di rewşa serlêdana aliyên pêwendîdar de dadgeh nirxandinê bike. Pêwîst e em li benda pêvajoya nirxandina dadgehê bimînin."
