Dadgeha Kendênaweyê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Berahiyê ya Kendênaweyê li nahiyeya Dîbegeyê hat vekirin. Birêvebirê Nahiyeyê jî got: “Şêniyên nahiyeyên din ên sînorê qezaya Mexmûrê jî, ku herdu nahiyeyên Qerac û Gwêrê vedigire, dikarin ji bo birêvebirina karûbarên xwe serdana vê dadgehê bikin.”
Birêvebirê Nahiyeya Dîbegeyê Beyar Hesen Nacar îro (Sêşem, 4ê Mijdara 2025ê) taybet ji Malpera Kurdistan24ê re got: “Dadgeha Berahiyê ya Kendênawe îro hat vekirin û dikeve Nahiyeya Dîbegeyê û hemî karûbarên qanûnî vedigire, lewma êdî ne hewce ne ku şêniyên wê nahiyeyê ji bo çarekirina arêşeyên xwe biçin dadgehên Mexmûr û Hewlêrê.
Beyar Hesen Nacar herwesa ragihand: “Ev dadgeh dê hemî karûbarên sivîl û tawanan vedigire, dadwerê vekolînê jî tê de kar dike û sibê (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) dê dest bi karê xwe bike.”
Navbirî herwesa got: “Ji bilî şêniyên Nahiyeya Dîbegeyê, şêniyên nahiyeyên din ên qezaya Mexmûrê, ku herdu nahiyeyên Qerac û Gwêrê vedigire, dikarin ji bo birêvebirina karûbarên xwe serdana dadgehê bikin.”
Parêzgarê Hewlêrê jî di wî warî de ragihandinek parve kir û tê de spasiya Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê kir, ji bo damezrandina wê dadgehê û ew wekî pêngaveka girîng ji bo nêzîkkirina têkiliya di navbera welatiyan û dezgehên qanûnî de û bileztir çareserkirina arêşeyên welatiyên wê nahiyeyê wesifand.
