Mesrûr Barzanî: Projeyên me jiyan û tenduristiya welatiyên me diguherin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeya Rêya Jiyanê diyar kir û got: "Ji ber van projeyan, piştî demeka kurt, guhertineka kalîteyî di jiyan, jîngeh û tenduristiya welatiyên me de çê dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye. “Ez kêfxweş im ku îro min kevirê bingehîn ê projeya Rêya Jiyanê li Hewlêrê dana, ku dê bandoreka tevalî li ser zêdetir pêşveçûna paytextî hebe, xasma jî di warê geştiyariyê de.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye: “Ji ber van projeyan, piştî demeka kurt, guhertineka kalîteyî di jiyan, jîngeh û tenduristiya welatiyên me de çê dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) kevirê bingehîn ê Projeya Rêya Jiyanê li bajarê Hewlêrê dana. Armanca sereke ya vê projeya mezin veguhertina devereka komkirina av û kanalîzasyonê ji bo devereka geştyarî û ciwan li paytextê ye.

Taybetmendiyên vê projeyê bi hejmar:

- Rûber: Rûbera giştî ya ku ji bo vê projeyê hatiye terxankirin 101,600 metrekare ye.

- Pêkhateya Avê: Ev proje ji 3 golên destçêkirî pêk tê û bi 2 rêgehên avê yên bazineyî li dora Hewlêrê dizivire.

- Qebareya Projeyê: Firehiya projeyê di navbera 15 û 25 metreyan de ye.

- Kûrahî: Kûrahiya kanalê dê 5 metre be.

- Dîzayn: Projeya Rêya Jiyanê ji aliyê endezyarên navxweyî û şêwirmendên Îtalyayî ve hatiye dîzaynkirin.

- Cih: Ev proje ji taxên Şawês û Sêberdanê dest pê dike û heta rêya sereke ya Kerkûkê û piştre rêya Mexmûrê dirêj dibe.

Fly Erbil Advertisment