Rêber Ehmed: Ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê bûye sedema vejîna aborî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêber Ehmed ragihand: “Tevî hemî astengiyan, kabîneya nehê kariye piraniya pirsgirêkên welatiyan çareser bike.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêber Ehmed îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) li bajarê Hewlêrê ji bo hejmareka endam û kadroyên PDKê civîneka cemawerî li dar xist.

Di wê civîna cemawerî de, Rêber Ehmed behsa girîngiya xurt a PDKê li Bexdayê ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê kir û got: “Gera bê ya Parlementoya Iraqê girîng e ku israrê li ser sererastkirina binpêkirinên destûrî yên li dijî mafên Kurdistanê bike û bicihanîna madeya 140ê û madeyên din ên destûrî dibe sedema peydakirina Iraqa federal û tena ji bo hemî welatiyan.”

Navbirî ji aliyekê din ve jî behsa nerîna Serok Barzanî û rênimayên wî ji bo namzetên PDKê kir, ku divê ew bibin nûnerên xelkê mezlûm û mafên hemî welatiyan biparêzin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê behsa projeyên xizmetkariyan ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî jî kir û got: “Tevî hemî astengiyên navxwe û derve û birîna budçeyê, me kariye pareka girîng a pirsgirêkên bingehîn ên welatiyan wekî elektrîk, av û rêyan çareser bikin û projeyên stratejîk ji bo parastina welatiyan ji lehiyan û vegirtina avê ji bo piştgiriya çandiniyê û kêmkirina encamên guhertinên keşûhewayê.”

Rêber Ehmed herwesa behsa dabînkirina ewlehî û tenahî û piştrastiyê ji bo welatiyan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî kir, ku bûye sedema vejîna aborî û zêdekirina asta piştrastiya welatiyan û asta baweriya wan bi dezgehên dewletê. Tekez jî kir ku, tenahî û seqamgirî berhema xebata hevpar û xebata bi şevê ya hêzên ewlehiyê û Pêşmergeyan e tevî hevahengî, hişyarî û hevkariya berdewam a welatiyan.

Navbirî tekez jî kir ku, divê her kesek li roja 11ê vê mehê bi germ û gurî tevlî dengdanê bibe û ji bo biserxistina lîsta 275ê ya PDKê bixebite.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment