Erdogan: Tirkiye di Pêvajoya Aştiyê de derbazî qonaxeka nû bûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku, Tirkiye di Pêvajoya Aştiyê de derbazî qonaxeka nû bûye. Wî piştgirî da pêşniyara Dem Partiyê li ser xwendina gotara Rêberê PKKê yê girtî ya girêdayî danana çekan a wê komê li parlementoyê û di derheqa azadkirina Demirtaş de jî got: "Em pabendî biryarên dadgehê ne."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) ji parlamenterê Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) re ragihand ku, wî di heftiya borî de bi serkirdeyên payebilind ên Partiya Demokrat a Gelan (Dem Partî) re hevdîtinên pir avaker kirine.
Erdogan herwesa got ku, wan pêşniyar kiriye ku rê bê dan gotara Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan a li ser danana çekan a PKKê li Komîsyona Parlementoyê bê xwendin. Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa daxwaz ji hemî aliyan kir ku tevlî wê civînê bibin.
Navbirî amaje jî da: "Wesa xuya ye ku em di Pêvajoya Aştiyê de gihîştine xaleka werçerxanê, ji ber vê yekê divê em hemî pêngavên berpirsiyarane biavêjin û erkê xwe bi cih bînin." Herwesa got ku, ew dê di wî warî de bala xwe bidin ser ramanên hemî aliyên peywendîdar, heta yên ku ramanên cuda jî hene.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna xwe di derheqa daxuyaniya Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli ya li ser berdana Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ji rojnamevanan re got: “Tirkiye welatek e, qanûn tê de serwer e, ji ber vê yekê desthilata dadweriyê çi biryarê bide, em dê pêbendî wê bin.”
Devlet Bahçeli li roja Sêşemê (4ê Mijdara 2025ê) di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlemantoya Tirkiyeyê li ser pêvajoya nû ya aştiyê û berdana Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan û Selahattin Demirtaş axivî.
