Mesrûr Barzanî ji warê "Selahedînê Eyûbî" ve tekezî li ser parastin û vejandina dîrokê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Mijdarê serdana karên nûjenkirina Keleha dîrokî ya Diwînê kir. Ev serdan di çarçoveya çavdêrîkirina projeya nûjenkirina kelehê û masterplana pêşxistina herêmê de pêk hat.
Di daxuyaniyekê de ji bo dezgehên ragihandinê, Serokwezîr Barzanî tekezî li ser girîngiya dîrokî û geştyarî ya Keleha Diwînê kir û ragihand: "Ev hem dîroka me ye û hem jî cihekî geştyariyê ye. Pêwîst e xelkê me bizane ku ev herêm di çi serdeman re derbas bûye."
Serokwezîr amaje bi wê yekê kir ku keleh, cihê Selahedînê Eyûbî bûye û di qonaxên cuda yên dîrokê de, di nav de di serdema Osmaniyan de, hatiye nûjenkirin. Herwiha got: "Vê carê jî Hikûmeta Herêmê li ser bingeha nexşe û şêwaza xwe ya kevnar, keleh nûjen kiriye da ku bibe beşek ji bernameya geşepêdana geştyariyê û parastina şûnwaran."
Keleha Diwînê dikeve bakurê bajarê Hewlêrê û dîroka wê vedigere sedsala 16'an a Zayînî. Hin çavkaniyên dîrokî amaje bi wê yekê dikin ku ev keleh bi malbata Selahedînê Eyûbî ve girêdayî ye û cihê jidayikbûna wî serkirdeyê dîrokî ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya kabîneya nehem de giringiyeke taybet daye nûjenkirina şûnwarên dîrokî û pêşxistina sektora geştyariyê. Projeya nûjenkirina Keleha Diwînê di Tebaxa 2024'an de dest pê kiriye û ji aliyê Nivîsgeha Serokwezîr ve tê serperiştîkirin.
Hevdem bi nûjenkirina kelehê re, karê li ser projeya çêkirina Bendava Diwînê jî berdewam e, ku xwedî şiyana girtina 100 milyon metrekare sêca avê ye û tê payîn ku bibe sedema geşbûna sektora çandinî û geştyariyê li herêmê.