Wezîrê Derve yê Îranê: Em ji bo danûstandinan amade ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, Tehran "bawerî bi ti welatekî nîne", lê ji bo berjewendiyên gelê Îranê amade ye danûstandinan bike.
Ajansa Nûçeyan a "Tasnim"ê belav kir, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî îro 6'ê Mijdarê di gotareke xwe de ji bo xwendekarên Zanîngeha Hemedanê got: "Şerê 12 rojan ê di navbera Tel Avîv û Tehranê de, hêz û şiyana leşkerî ya Îranê eşkere kir."
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku bandora mûşekên Îranê li qada şer derket holê û tevî alîkariyên Amerîka û Ewropayê ji bo Îsraîlê, mûşekan bi deqîqî li armancên xwe dan.
Ebas Araqçî herwiha got: "Ev rûbirûbûn wê rastiyê eşkere dike ku 'di sîstemeke navdewletî de ku zagonên kaos û zordariyê lê serwer in, tenê hêz garantiya manê ye'."
Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir, "danûstandin amûreke bingehîn e ji bo gihîştina berjewendiyên neteweyî" û got: "Her wekî ku em ji şer natirsin, em ji danûstandinan jî natirsin û ya girîng ew e ku em rûmeta xwe ya neteweyî biparêzin." Herwiha da zanîn ku rakirina dorpêçan divê bi awayekî bi rûmet be û şanaziya gelê Îranê biparêze.
Ebas Araqçî behsa wê yekê jî kir, "Baweriya me bi ti welatekî nîne", lê di çarçoveya peymanekê de, berjewendiyên me yên hevpar bi Rûsya û Çînê re hene û li ser van bingehan em ê berdewam bin.
