Komisyon: Li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 3 milyon dengderan hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, wan dest bi amadekirina dibistanan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kiriye û da zanîn ku di nava du rojên bê de dê hemû navendên xwendinê bi temamî bên amadekirin.
Hejmara dengderan li Herêma Kurdistanê û Iraqê
Berpirsê Desteya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de Neberd Omer ji dezgehên ragihandinê re ragihand: "Ji tevahiya 21 milyon û 404 hezar û 291 dengderên li seranserê Iraqê, 3 milyon û 69 hezar dengder li Herêma Kurdistanê ne."
Neberd Omer herwiha got: "Li Herêma Kurdistanê, 1312 navendên dengdanê hene, ku 5599 wêstgehên dengdanê li xwe digirin." Herwiha dabeşkirina navendan li gorî parêzgehan jî wiha ne:
- Hewlêr: 528 navendên dengdanê û 2,023 wêstgehên dengdanê.
- Silêmanî: 506 navend û 2,200 wêstgeh.
- Dihok: 278 navend û 1,396 wêstgeh.
Omer amaje bi wê yekê jî kir ku 204 navendên dengdana taybet (Pêşmerge û hêzên ewlehiyê) hene ku 958 wêstgehan li xwe digirin, û bi vî awayî hatine dabeşkirin: 79 navend û 385 wêstgeh li Hewlêrê, 82 navend û 378 wêstgeh li Silêmaniyê û 43 navend û 195 wêstgeh li Dihokê.
Derbarê karta dengdanê ya bayometrî de, berpirsê komîsyonê got: "Ji 25'ê Adarê heta 22'yê Hezîranê, 173 navendên nûkirina daneyên bayometrî hatibûn vekirin, ku 53 ji wan li Hewlêrê, 79 li Silêmaniyê û 41 jî li Dihokê bûn. Nêzîkî 388 hezar dengderan serdana van navendan kirine." Herwiha got: "Belavkirina karta bayometrî heta roja hilbijartinê dê berdewam be."
Rûmala Medyayî
Neberd Omer tekez kir, komîsyonê 42 navendên dengdanê li Herêmê ji bo rûmala medyayî ya proseya dengdana giştî û taybet terxan kirine, ku 15 ji wan li Hewlêrê, 18 li Silêmaniyê û 9 navend jî li Dihokê ne. Da zanîn jî, 10 ji wan navendan bi taybetî ji bo rûmalkirina dengdana taybet hatine veqetandin.
Di 11'ê Mijdara 2025'an de, proseya hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê dê birêve biçe. Nêzîkî 30 milyon kes ji tevahiya 46 milyon nifûsa welat, mafê wan ê dengdanê hene. Herwiha, nêzîkî 7 milyon kesan jî, kartên xwe yên dengdanê nû nekirine, ji ber vê yekê nikarin beşdarî hilbijartinan bibin.
