PDK: Nabe aliyek ji ber tu sedemeka nelojîkî rêyê li aktîvkirina parlamentoyê bigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir ku, divê rêz li îradeya dengderan û gelê Kurdistanê bê girtin û nabe ku aliyek ji ber tu sedemeka nelojîkî rêyê li aktîvkirina parlementoyê û avakirina kabîneya dehê bigire.

Şanda Danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Pêncşem, 6ê Mijdara 2025ê) di ragihandinekê de amaje da ku, di çarçoveya hevdîtinên wan ên bi YNKê re, xuya bû ku YNK heta piştî hilbijartinên Parlementoya Iraqê ji bo lihevkirinekê nayê pêş.

Şanda Danûstandinan a PDKê tekez jî kir ku, wan gelek caran YNK haydar kiriye ku lihevnekirina li ser avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye û PDK wê yekê qebûl nake.

PDKê tekez jî kir ku, wê her tim bawerî bi karkirina bi hev re hebûye û pêdivî dibîne ku rêz li îradeya dengderan û gelê Kurdistanê bê girtin û nabe aliyek ji ber tu sedemeka nelojîk rêyê li aktîvkirina parlementoyê û avakirina kabîneya dehê bigire.

Şanda Danûstandinan a PDKê welatiyên Kurdistanê piştrast dike û dibêje: “Em dê li ser bizavên xwe yên ji bo parastina pêgeha Herêma Kurdistanê û berjewendiyên bilind ên gelê xwe berdewam bin û tu astengiyek ji bo zêdetir xizmetkirina Herêma Kurdistanê û dabînkirina paşerojeka geştir ji bo gelê Kurdistanê yê xweragir rêyê li me nagire.”

 
Fly Erbil Advertisment