Mesrûr Barzanî: Divê ciwan zêdetir girîngiyê bidin çand û dîroka xwe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro Pêşangeha Regê ya Şêwekarî vekir, ku ji hêla Kurdistanê Foundationê ve hatiye rêkxistin. Tekez jî kir ku, divê ciwan ji welatê xwe hez bikin û zêdetir girîngiyê pê bidin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 6ê Mijdara 2025ê) di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ez hez dikim ciwan zêdetir girîngiyê bidin çand û dîroka welatê xwe."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Ew ciwanên ku zêdetir girîngiyê didin welatê xwe, bê guman paşeroj a wan e.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Ciwan dikarin bibin hêz û şiyana avakirina welatekê pêşkeftî, ez hêvî dikim ku ew berdewam bin û em jî piştgiriyê didin wan.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir: “Ez bi xwe jî nîgarkêş im û ez ji nîgarkêşanê hez dikim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dema hevdîtina xwe ya li gel hejmareka ciwanên Herêma Kurdistanê de got: “Em alîkariya wan ciwanan dikin ên ku dixwazin karên xwe hebin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 6ê Mijdara 2025ê) Pêşangeha Regê ya Şêwekarî vekir.
Pêşangeha Regê ya Şêwekarî ji hêla Kurdistan Foundationê ve hatiye rêkxistin. Ev pêşangeh bi rêya hunera resen û hevçerx aşnabûna bi nasnameya Kurdî ye.
Mijarên sereke ya pêşangehê rihên çand û dîroka Kurdistanê ne, ku berhemên hunerî îlham ji çand, xweragirî û bîranînan wergirtiye.
Li gorî zanyaran, 21 hunermendên ciwan, ku nûnerîtiya deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dikin, tevlî vê pêşangehê bûne da ku nêrînên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.
Her di wê pêşangehê de, bernameyeka perwerdehiya hunerî bi çavdêriya hunermendê navdar ê Kurd Jîlemo tê lidarxistin, ku rêberîkirin, hevahengî û nirxandina çandî vedigire.
