Serok Barzanî: Tevlîbûna me di hilbijartinan de bo sererastkirina rewşê ye

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di hevpeyvîneka taybet de ji Kanala Şemsê re behsa çend mijarên girîng û têkildarî deverê kir, herwesa behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên parlemantoyê yên wî welatî jî kir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 6ê Mijdara 2025ê) di hevpeyvîneka taybet de Ji Kanala Şemsê re got: “Min hesteka pir xweş heye ku Kurdistan bi vî rengî pêş ketiye, ez ji bo vê nîmetê spasiya Xudayê mezin dikim.”

Serok Barzanî herwesa ragihand: "Herêma Kurdistanê xwestekeka gelek mezin heye, tiştê ku hatiye bidestxistin serbilindiyeka gelek mezin e. Em di warê avedanî û pêşketinê de daxwaza bidestxistina zêdetirê dikin, hikûmet jî plan dike ku wan pêngav pêngav bi cîh bîne.”

Amaje jî da: “Xelkê başûr û navenda Iraqê ku serdana Herêma Kurdistanê dikin ji xelkê Herêma Kurdistanê zêdetir pesnê wê didin. Em dixwazin ku eynî pêşketinê li hemî deverên Iraqê peyda bibie. Ya ku li Herêma Kurdistanê peyda bûye ji bo Kurd û Ereban serbilindî ye.”

Di derheqa astengiyan de jî got: “Astengî pir ron û eşkere ne. Li Herêma Kurdistanê îrade, plandanan hene û bicihanîn jî heye. Herwesa serkirdetiyek jî ji bo wê pêvajoyê heye. Lê mixabin li Bexdayê gêleşok e, hemî projeyan rawestiyane. Îradeyeka rastîn li Bexdayê ji bo vê yekê nîne.”

Amaje jî da: "Li sala 2003ê me gelek bizav kir da ku em Iraqeka nû ava bikin, lê bi derbazbûna demê re ev xwestek rûbirûyî astengiyan bûn. Xwestekea li dijî me hebû heta ku em gihîştin wê astê ku Herêma Kurdistanê û Kurd li Bexdayê nayên pêşwazîkirin, ji ber vê yekê me jî xwe veder kir. Bi rastî ev ne daxwaza me bû, lê ew rewş li ser me hat sepandin ku em wê ji kesên ku bi Bexdayê re têkildar in re bihêlin.

Di derheqa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de jî got: "Li destpêkê em li ser boykotkirinê fikirîn. Ew qanûna ku hilbijartinan pê tên kirin bi rastî ne qanûneka dadperwerane ye. Encamên wê qanûn pêşwext diyar in. parvekirina kursiyan ne rastîn e. Paşê ji aliyê hevalên me yên li Bexdayê ve hin peyam gihîştin me ku ew jî di eynî demê de rûbirûyî paşguhxistinê bûne. ew jî amade ne ku em piştî hilbijartinan hevpeymanîtiyeka nû çê bikin da ku em vê rewşê çare bikin, da ku em pêvajoya siyasî bixin ser rêça wê ya rast.”

Herwesa got: "Em dê piştî hilbijartinan diyar bikin ka em dê bi kê re hevpeymanîtiyê çê bikin û em dê bi kê re li hev bikin, ne berî hilbijartinan. Em dixwazin milyoneka dengan bi dest bixin."

Herwesa ragihand: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên borî de zêdetirî 800 hezar dengan bi dest xistin. Ew jî bê Neynawa, Kerkûk û Diyalayê. Yanî eger dengên wan parêzgehên jî pê re bin, em dê ji milyoneka dengan derbaz bikin.”

Tekez jî kir: "Armanca me edilandina qanûna hilbijartinan ji bo sîstemek yekbazineyî ye, ku tê de mafên tu kesekî winda nabin û hêsantir e jî. Hilbijartinên bi sîstema niha dadperwerane nînin û ez difikirim ku hilbijartin bi rastî sexte ne lê divê li paşerojê ew qanûn bê edilandin."

Amaje jî da: “Eger qanûna hilbijartinan neyê edilandina jî, divê li paşerojê ji bo hejmara şêniyên her parêzgehekê serjimêriyek bê kirin, ne ku hejmara kursiyan li gorî karta xwarinê bê destnîşankirin.”

Herwesa got: "Piraniya hêzên siyasî yên Iraqî li wê bawerê ne ku divê qanûna hilbijartinan bê edilandin. Min dixwest ku Tevgera Sedir û birayê me Muqteda tevlî hilbijartinan bûban."

Di derheqa wê yekê de ku ji Kurdan tê xwestin ku nûnerîtiya tevahiya Iraqê bikin got: "Bi rastî ev daxwazeka nû nîne. Ev siyaseta baweriya me ye. Min pêştir jî ji namzedan dixwest ku li parlementoyê wesa bikin, lê vê carê min li ser vê mijarê gelek tekez kiriye, ji ber ku pêştir em bi hin şandên parêzgehên Musena, Kut, Îmare û Besrayê re civiyan. Dema wan behsa arêşeyên xwe dikir, em ecêbgirtî bûn. Ne wan elektrîk heye ne av, tiştek nîne, yanî erkê me ye ku em berevaniyê ji wan bikin herwekî ku em berevaniyê ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê dikin.”

Ron jî kir: “Ne girîng e ku namzedên parêzgehên din ên Iraqê çawa li Kurdan dinêrin û çawa bi Kurdan re tevdigerin. Hûn bi xwe dizanin ka di demên borî de çawa çekên kîmyayî li dijî Kurdan hatine bikaranîn, lê vê carê jî bi rastî birîna qûtê xelkê Herêma Kurdistanê ji hêla Bexdayê ve pêvajoyeka gelek tundûtîj bû. Bi rastî ez naxwazim li ser vê yekê biaxivim.”

Tekez jî kir: “Bi rastî çanda redkirina gelê Kurd wesa kiriye ku çekên kîmyayî li dijî Kurdan bên bikaranîn, bên Enfalkirin û gund bên wêrankirin. Ev çand hîn jî li nik hin Şîe û Suneyan maye, lê niha Çarçoveya Hevahengiyê desthilatdariya li welatî dike, lewma pareka wan ji vê rewşê berpirsyar in. Nabe ku ev siyasetê li dijî Kurdan berdewam be. eger ev siyasetê berdewam be, Iraq dê zirardîtiya yekê be. Yên ku vê siyasetê bi cîh tînin û difikirin ku ew dê heta dawiyê desthilatdariyê bike, ew kar mistehîl e.”

Serok Barzanî her di derheqa Çarçoveya Hevahengiyê de got: "Me bi Çarçoveya Hevahengiyê re xebat kiriye û em rêzê li hev digirin, lê hin aliyên di wê çarçoveyê de bi rastî ji dijminan zêdetir in. Bi rastî wan bi gelek awayan dixwest ku Herêma Kurdistanê bidawî anîba.”

Ji Serok Barzanî hat pirsîn ku ger piştî hilbijartinan jî dijminatiya gelê Kurd hat kirin, helwesta wan dê çi be. Serok Barzanî got: "Gelê Kurdistan fêrî wan tiştan bûye yên ku rûbirûyî wî dibin. Bi rastî li dijî van destdirêjiyan berevanî durist kiriye.”

Tekez jî kir: “Gelê Kurd bi rastî xweragir e û qet serê xwe naçemîne. Gelê Kurd dê her tim xweragir bimîne û dê destan ji mafên xwe bernede, ji bo tu daxwaz û reftarên dijminkarane serê xwe naçemîne.”

Herwesa got: "Bila destûr navbeynkar be. Me ji destûrê zêdetir nexwestiye. Ger me ji destûrê zêdetir xwestibe, bila bê redkirin, lê em ji destûrê kêmtir qebûl nakin. Eger destûr hat terikandin û gêwlê şexsî û kar bi ferzkirina îradeyê hat kirin, bê guman yê ku federalîzmê red dike, em jî dîktatoriyê red dikin.”

Di derheqa destûra Iraqê de jî got: "Tu kesek ji bo vê destûrê hindî me newestiyaye. Em du mehan li Bexdayê man da ku vê destûrê binivîsin. Di dema mayîna me ya li Bexdayê de, em rûbirûyî 36 êrîşên mûşekî bûn, hejmareka zêrevanên me şehîd û birîndar bûn, lê me hedar kir.”

Herwesa got: "Ew destûr bê kêmasî nîne, lê li gorî destûra kevin a Iraqê pir pêşketî ye. Ew destûrek e ku maf tê de hene û gelek aliyên erênî tê de hene ku me piştgirî dayê, ji ber vê yekê qet beraqil nîne ku em destan ji wê destûrê berdin a ku em pê ve westiyame.”

Di derheqa Dadgeha Federal de jî eşkere kir: “Ew dadgeh ne dadgeheka destûrî ye, ew dadgeh hatiye siyasîkirin û ne serbixwe ye, ji ber vê yekê me biryarên wê red kirine. Biryarên wê dadgehê herdem Herêma Kurdistanê dikir armanc û dixwest qewareya wê hilweşîne.”

Tekez jî kir: “Divê Encûmena Federal di qonaxa pêş de bê avakirin, ku di destûrê de hatiye diyarkirina. Ev encûmen li şûna Dadgeha Federal lêveger e.”

Ji Serok Barzanî hat pirsîn ka îro li Iraqê kê destûr binpê kiriye, gelo komên milîs û komên çekdar in an partiyên siyasî yên serbixwe ne. Serok Barzanî got: “Bi rastî gêleşokeka pir mezin li Iraqê heye. Hemî difikirin ku dewlet in. Me dewletên piçûk di nav dewletê de hene. Wa her tişt li Iraqê kontrol kiriye.”

Di derheqa bidawîanîna erkê hêzên Hevpeyman li Iraqê de jî ragihand: "Di sala 2011ê de dema ku hêzên Hevpeymanan ji Iraqê vekişiyan, DAIŞ derket holê. Niha jî, heke hêzên wan bi tevahî vekişin, DAIŞ dê dîsa vegere. Divê lihevkirinek hebe ka hêzên Hevpeymanan çawa li welatî bimînin."

Herwesa ragihand: "Nabe ku komên çekdar ên Iraqî destwerdanê di karûbarên Iraqê de bikin, divê çekên wan koman di çarçoveya pergala parastinê ya wî welatî de bên rêkxistin, nabe ku ew hêz ji hikûmet û destûrê bilindtir bin."

Amaje jî da: “Hatina hêzên Hevpeymanan ji bo Hewlêrê di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Waşintonê de ye, pêdivîtiya me bi mana wan hêzan heye, em bi vekişîna wan re nînin.”

Amaje jî da: "Di sala 2017an de, piştî referandûma serxwebûnê, artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî bi çavdêriya Îranê bi tank û timbêlên zirxî yên Amerîkayî êrîşî me kir, hingê Amerîka tu bertekek nebû.”

Serok Barzanî tekez jî kir ku, ew pişta xwe tenê bi Xudê, hêzên Pêşmergeyan û îradeya gelê xwe germ dike, û ji bilî wan, ew pişta xwe bi tu tiştekê dî germ nake.”

Herwesa got: "Pêşmerge destwerdanê di tu tiştekî de nake, belkî ew hêz tenê welatî diparêze û rênimayan bi cîh tîne. Rast e ku hêzên Heşda Şeibî û komên çekdar maf heye ku xwe biparêzin, lê nabe ew destwerdanê di siyaset û aboriyê de bikin.”

Di derheqa piştgiriya Kurdan a ji bo Mihemed Şiya Sûdanî de jî amaje da: “Jîn zû ye ku bersiva vê pirsê bê dan, ew girêdayî wê yekê ye ka rewş dê piştî hilbijartinan çawa be.”

Serok Barzanî careke din tekez kir: “Ger destûr wekî xwe bê bicîhanîn, ne pirsgirêkên mûçeyan, ne yên aborî, ne yên ewlehî û ne jî yên pêkhateyan dimînin, ji ber vê yekê pir girîng e ku hemî alî vegerin ser hevparî, hevsengî û hevdengiyê.”

Di derheqa wê yekê de ku senaryoyek heye ku piştî hilbijartinan li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevpeymaniyek bê avakirina got: "Em haydarî wê senaryoyê ne û me zanyar li ser wê hene, lê çêtir e ku ew du caran bifikirin. Ev gotinên min ji bo wan ne gef in, lê PDK wekî darberûyê ye, li beranberî hemî astengiyan xweragir e û bandor li ser wê nabe."

Serok Barzanî tekez jî kir: “Pişta PDKê bi gelê wê, karnameya wê, dîroka wê û îradeya wê germ e.”

Serok Barzanî li ser Kerkukê jî axivî û got: "Kerkûk Kurdistanî ye, bajarekê Iraqî ye bi nasnameya Kurdistanî, li gorî madeya 140ê dest jê nayên berdan, ew made zindî ye û heta ku tê bicîhanîn dê her bimîne.” Herwesa ragihand: "Dagirkirin û guhertina demografiya Kerkukê mistehîl e û serkeftî nabe."

Serok Barzanî di derheqa wê pirsyarê de ku posta serokkomariyê piştî hilbijartinan ne bi Kurdan lê bi Suniyan tê dan de got: "Kesekê Sunî li Iraqê heye ku bi rastî ji vê postê hez dike. Ka em bibînin û bizanin çi diqewime. Ew post her mafê Kurdan e û dê ji bo Kurdan be." Eşkere jî "Ev postekê protokolî ye û ne cihê min e, ji ber vê yekê ez qet nefikirîme ku werbigirim."

Di derheqa rewşa pêkhateyan li Herêma Kurdistanê de jî got: "Em bi vê pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê di navbera pêkhateyan de heye serbilind in û em dê her tim û bi hemî hêza xwe berevaniyê ji wê bikin û wê biparêzin.”

Serok Barzanî herwesa got: "Gelê Kurdistanê gelekê mêvandost, dilovan û xwedî dilekê baş e. Ez bi wan pir serbilind im.”

Serok Barzanî li ser gelê Iraqê axivî û ron kir: “Gelê Iraqê ji wê siyasetê razî nîne, ya ku ji hêla hikûmeta wî welatî ve tê meşandin. Tevî hemî wan planên tund û dijminane yên ku li dijî gelê Kurd hatine bicihanîn, heta niha tu hikûmetekê nekariye van herdu gelan bike dijminê hev. Ev jî destkeftiyekê mezin e û divê bê parastin.”

Di derheqa avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got: "Salek di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbaz bûye, mixabinî ye ku hîn hikûmet nehatiye avakirin. Piştî hilbijartinan, PDKê ji hemî partiyan xwest ku kabîneyeka nû ava bikin, lê piraniya wan hilbijartin ku di opozîsyonê de bin. Me jî rêz li biryara wan girt. Mijareke di navbera PDK û YNKê de maye, gelek civîn di navbera şandên herdu aliyan ji bo vê meremê hatine kirin, lê em gihîştin wê encamê ku YNK naxwaze hikûmet bê avakirin, belkî li bendê ye ku hilbijartinên Parlementoya Iraqê bên kirin û di dû re li ser vê mijarê nîqaş bike.”

Serok Barzanî amaje jî da: "Me dît ku YNK dixwaze di kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji hejmara kursiyên xwe zêdetir postan werbigire."

Li ser îhtîmala sextekariyê di pêvajoya hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê de jî got: "Eger sextekarî bê kirin, em dê xwedî helwestek pir zelal bin. Di hilbijartinên borî de 33 kursiyên me hebûn, wan bi biryara dadgehê wan du kursî ji me dizîn lê dîsa jî me hedar kir. Vê carê em bi tu awayekî qebûl nakin.”

Serok Barzanî di dawiya gotinên xwe de jî eşkere kir: “Hin mijarên stratejîk hene ku divê em qet winda nekin, wekî hevgirtina Herêma Kurdistanê, mafên Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan. Nabe ku em destan ji wan berdin."

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment