Encûmena Asayîşê sizayên li ser Ehmed Şera û wezîrekî wî rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) bi piraniya dengan biryar da ku dorpêçên li ser Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Navxwe Enes Xettab rakin. 

Di civîna îro Pêncşemê, 6'ê Mijdara 2025'an de, biryarnameya ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû amadekirin, bi 14 dengên erê hate pesendkirin. Di biryarê de tê gotin, "Encûmenê biryar da ku navê Ehmed Şera û Enes Hesen Xettab ji lîsteya dorpêçan a ku kes û komên girêdayî rêxistinên DAIŞ' û 'El-Qaîde' dike armanc, derxe."

Washington ev çend meh in ku hewl dide Encûmena Asayîşê razî bike da ku dorpêçên li ser Sûriyeyê sivik bike. Ev biryar piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di Çileya 2024an de tê. Rêjîm piştî şerê 13 salan, bi êrişeke hêzên opozisyonê yên bi serkêşiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) têk çûbû.

HTŞ, ku berê wek "Cebhet El-Nusra" dihate naskirin, baskê fermî yê rêxistina El-Qaîde li Sûriyeyê bû, lê di sala 2016'an de têkiliyên xwe pê re qut kir. Ji Gulana 2014'an ve, ev kom di lîsteya dorpêçan a Encûmena Asayîşê de bû û hejmarek ji endamên wê jî rastî dorpêçên NY yên wekî qedexeya geştê, cemidandina mal û milk û qedexeya çekan hatibûn.

Balyozê Amerîkayê li NY Mike Waltz pêşwazî li biryarê kir û got: "Bi pesendkirina vê metnê re, Encûmenê peyameke siyasî ya xurt da ku Sûriye ketiye serdemeke nû."

Ji aliyê xwe ve, Çînê deng neda. Balyozê wê Fu Cong nîgeraniya xwe bi taybetî derbarê hebûna "şervanên terorîst ên biyanî" li Sûriyeyê anî ziman û got ku ew dikarin "rewşa ewlehiyê ya lawaz" îstîsmar bikin.

Her çend rakirina qedexeya geştê bi piranî sembolîk be jî - ji ber ku berê jî ji bo geştên wî hêsanî dihatin kirin - ev biryar xwedî encamên berbiçav e. Ji niha û pê ve, dê dorpêçên li ser mal û milkê wî û qedexeya çekan jî bi temamî rabin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment