Tawanên li Efrînê zêde dibin: Du welatiyên Kurd hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Efrînê tundî û binpêkirinên li dijî welatiyên Kurd didomin. Di du bûyerên cuda de, du welatiyên sivîl ên Kurd hatin kuştin, hevdem ligel vê yekê, talankirina berhemên zeytûnan a ji aliyê komên çekdar ve bi awayekî berfireh berdewam e.
Li gorî çalakvanên Efrînê, duh 6'ê Mijdarê, grûpeke nenas gule li welatiyê Kurd Mihemed Ehmed Derwîş (bi nasnavê Ehmedê Dûşî) reşandin. Ehmedê Dûşî yê 55 salî, ku xelkê gundê Birc Ebdalo yê ser bi navçeya Şêrawa ve ye, di dema ku nobedariya panelên xwe yên enerjiya rojê dikir, rastî êrişê hat û di cih de canê xwe jidest da.
Hat ragihandin ku ew li deşta gundê Xezawiyê di konê xwe de nobedar bû û dema ku dengê guleyan bihîstiye, ji kon derketiye û hatiye armanckirin.
Di bûyereke din de, êvara 5'ê Mijdarê, welatiyê Kurd Şukrî Ehmed Oso yê 73 salî yê ji gundê Keferzîtê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve, rastî êrişeke çekdarî hat.
Li gorî çalakvanan, Şukrî Oso di dema ku bi traktorê ji me'serê vedigeriya, li ser rêya di navbera Ferîriyê û Keferzîtê de rastî şeş guleyan hat. Piştî ku ew rakirin nexweşxaneyên Cindirêsê û leşkerî, jiyana xwe ji dest da.
Talankirina berhema zeytûnan didome
Hevdem bi van bûyerên kuştinê re, talankirina zeytûnan jî didome. Li gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê, fermandarekî berê yê koma "Hemzat" bi navê Cuma Hemşo (Ebû Cuma) û kesekî din dest danîne ser berhema zeytûnên 9 welatiyên Kurd, tevî ku xwedî belgeyên fermî yên milkiyetê bûn.
Herwiha şeva borî li gundê Kotana yê heman navçeyê, berhema zeytûnan ya 6 welatiyên Kurd hat dizîn û di dema çinîna daran û diziyê de zerareke mezin gihandin daran û şaxên wan şikandin.
Ev bûyerên dawî, zincîreya tundî û binpêkirinan a li Efrînê didomînin û di vê rewşa ewlehiyê ya aloz de, bûne sedem ku tirs û nîgeranî di nav xelkê gundan de belav bibe.
