PDK kernevala xwe ya herî mezin li Hewlêrê lidar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo piştgiriya Lîsteya hejmar 275, îro 7ê Mijdarê kernevala xwe ya dawî û herî mezin a cemawerî li paytext Hewlêrê li dar dixe. Tê payîn ku berpirsên payebilind ên PDK'ê jî beşdarî kernevalê bibin.

Biryar e ku kerneval li Yarîgeha Navdewletî ya Franso Herîrî birêve biçe û tê çaverêkirin ku zêdetirî 50 hezar endam, alîgir û welatî beşdarî wê bibin. Kerneval dê gelek çalakiyên cuda li xwe bigire.

Derbarê vê yekê de, Berpirsê Liqa Mexmûrê ya PDKê Senger Kanebî ji K24'ê re ragihand: "Alîgir û kadroyên PDKê îro bi kelecaneke mezin beşdarî vê kernevalê dibin."

Kanebî herwiha got: "Berpirsên payebilind ên PDKê dê amadeyî kernevalê bibin, ji ber vê yekê tê payîn ku ev yek bibe yek ji qerebalixtirîn kernevalên bangeşeyê yên ji bo serxistina Lîsteya 275'an a PDKê."

Di 11'ê Mijdara 2025'an de, proseya hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê dê birêve biçe. Nêzîkî 30 milyon kes ji tevahiya 46 milyon nifûsa welat mafê dengdanê hene. 

 
 
Fly Erbil Advertisment