Şaxewan Ebdullah ji Kerkûkiyan re: Ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan beşdarî hilbijartinê bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, Şaxewan Ebdullah bang li welatiyên bajêr kir ku ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan û misogerkirina destkeftiyên neteweyî, roja hilbijartinê vegerin bajarê xwe û bi awayekî çalak beşdarî dengdanê bibin.
Serokê Lîsteya 275an a PDKê li Kerkûkê Şaxewan Ebdullah duh 7ê Mijdarê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ew di dema bangeşeya hilbijartinê de bi temamî pabendî rênimayên Serok Barzanî yên ji bo birêvebirina kampanyayeke aram li Kerkûkê bûne.
Şaxewan Ebdullah got: "Tevî ku aliyên din êrîşên nerewa anîn ser PDKê, me li gorî biryarên Serok Barzanî bersiv neda. Ev yek perwerde û rêbaza PDKê ji partiyên din cuda dike."
Di berdewamiya axaftina xwe de, Ebdullah peyameke girîng arasteyî xelkê Kerkûkê kir û got: "Pêwîst e her Kerkûkiyek li kîjan bajarî dibe bila bibe, roja dengdanê vegere û dengê xwe bide. Ji ber ku Kerkûk li ber destkeftiyeke neteweyî ye û divê Kurd pêgeha xwe li vî bajarî bihêztir bikin."
Şaxewan Ebdullah, ku di heman demê de Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ye, tekez kir ku ew ê roja dengdanê çavdêriya karên komîsyonê bikin, da ku hilbijartineke şefaf û bêalî birêve biçe.
Derbarê Hilbijartinên Iraqê de
Bangeşeya hilbijartinê ya xula şeşem a Parlamentoya Iraqê di 3ê Cotmeha 2025an de dest pê kiribû û roja 8ê Mijdarê bidawî dibe. Hilbijartinên giştî dê di 11ê Mijdara 2025an de bên lidarxistin.
Li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê, 21 milyon û 404 hezar û 291 welatî mafê wan ê dengdanê hene. Ji vê hejmarê, zêdetirî 20 milyon kes di dengdana giştî de û nêzîkî 1.3 milyon kes jî di dengdana taybet de beşdar dibin.
Di hilbijartinê de 38 partiyên siyasî, 31 hevpeymanî û 75 lîsteyên takekesî beşdar in û bi giştî 7,768 kandîd (5,520 mêr û 2,248 jin) ketine pêşbirkê
