Xwecihiya Efrînê ENKSê kuştina du welatiyên Kurd şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) li Efrînê, bi daxuyaniyekê kuştina du welatiyên sivîl ên Kurd bi tundî şermezar kir û rewşa ewlehiyê ya herêmê weke ‘metirsîdar’ bi nav kir. ENKSê daxwaz kir ku çekdar ji nav gund û bajaran bên derxistin û sînorek ji tawanên li dijî sivîlan re were danîn.
Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê, duh 7ê Mijdarê daxuyaniyek belav kir û tê de kuştina welatiyên bi navê Şukrî Ehmed Oso û Mihemed Ebdo Derwîş di du rojên borî de şermezar kir.
Li gorî daxuyaniyê, tawana yekem êvara 5ê Mijdarê, li gundê Keferzîtê pêk hat. Di bûyerê de, welatiyê bi navê Şukrî Ehmed Oso yê 70 salî, dema ku bi traktorê ji guvaşxaneya zeytûnan vedigeriya gund, rastî êrîşeke çekdarî hat û di cih de jiyana xwe ji dest da.
Tawana duyem jî êvara 6ê Mijdarê li deşta Xezawiyê qewimî. Welatiyê bi navê Mihemed Ebdo Derwîş ê 57 salî û xelkê gundê Birc Ebdalo, ji aliyê kesên çekdar ên rûpoşkirî ve li ber çavê hevjîna wî di nava konê wî de hat kuştin.
"Bila Çekdar Ji Gund û Bajaran Werin Derxistin"
Xwecihiya ENKSê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya xirab a li Efrînê (Çiyayê Kurmênc) û diyar kir ku belavbûna çekên bêkontrol, hebûna çekdaran di nava gund û bajaran de û nebûna dewriyeyên ewlehiyê, bûne sedema zêdebûna tawan û binpêkirinan.
Li ser vê yekê, ENKSê bang li aliyên berpirsiyar kir ku:
- Sînorekî ji van tawan û binpêkirinan re deynin.
- Tawanbaran bigirin û wan radestî dadgehan bikin.
- Aştiya civakî biparêzin û çekdaran ji navendên sivîlan derxînin û wan vegerînin baregehên leşkerî.
- Kontrola çekên bêserûber bikin û ewlehiyê li herêmê misoger bikin, da ku welatî di aramiyê de bijîn.
Xwecihiya Efrînê daxuyaniya xwe bi şermezarkirina kujer û tawanbaran bidawî anî.
