Azadiya Demîrtaş: Yasa dibêje 'erê', siyaset dibêje 'na'

Navenda Nûçeyan (K24) – Digel ku nêzikê hefteyek bi ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo azadkirina Demîrtaşî derbas bûye, heta niha Tirkiye vê biryarê cîbecî nake. Yasanas diyar dikin ku çi hincetek di destê dadgehên Tirkiyeyê de nameye ku Demîrtaşî di zindanê de bihêlin. Lê li gor siyasetnasan gelek sedemên siyasî dikare Demîrtaşî azad nekin.

Piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, bang û daxwazên bo azadiya Selaheddîn Demîrtaşî jî zêdetir dibin.

Ji MHP û CHPyê heta 30 jûra parêzeran û gelek sazî û dezgehên sivîl û kesayetên diyar ên Tirkiyeyê hêviya azadiya Demîrtaşî dikin.

Yasanasek jî dibêje, çi hinceteke yasayî nîne ku Demîrtaş zindanî bimîne û hem ji ber pêvajoya aşitiyê, hem jî ji ber fişarên navdewletî dê deshilata Tirkiyeyê, wî azad bike.

Yasanas Ramazan Tuncer ji K24ê re got: “Bi zindanîkirina Demîrtaşî armanc ew bû ku ji aliyê siyasî ve were jinavbirin û ev siyaset heta niha jî berdewam bû. Lê piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Tirkiye neçare wî azad bike. Eger na dê bi cezayên navdewletî re rûbirû bimîne û aboriya Tirkiyeyê nikare bin van cezayan rabe. Herwiha ji ber xatira pêvajoya aşitiyê jî Tirkiye dê Demîrtaşî berde. Wekî din jî çi hinceteke yasayî jî di destê dewletê de nîne ku Demîrtaşî di zindanê de bigre. Lewma ez geşbînim ku Demîrtaş van rojan bigihije azadiya xwe.”

Pirsa azadkirina Demîrtaşî di demekê de bû rojev ku, hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de ji bo gerîlayên PKKyê ku çek danîne û azadkirina zindaniyên siyasî amedekariya hin çaksaziyên yasayî dikir.

Li gor siyasetmedarekî, azadkirina Demîrtaşî û gavên ku bo pêvajoyê dê bên avêtin girêdayî rêkeftina AK-Partiyê û DEM-Partiyê ye. AK-Partî çi di hilbijartinê de çi jî di guhertina destûra de piştgiriya DEM-Partiyê dixwaze.

Siyasetmedar Mihemed Gul dibêje: “Egera zindanîbûna Demîrtaşî zêdetir e ji azadkirina wî. Ji ber ku AK-Partî û DEM-Partî di bazariya xwe de lihev nekirine. AK-Partî bêşert û merc piştgiriya DEM-Partiyê dixwaze daku Erdogan bo cara sêyem bibe Serokomarê Tirkiyeyê. AK-Partî soza avêtina gavan piştî vê piştgiriyê dide. Lê DEM-Partî jî gerentiyek dixwaze ku pêvajo wekî cara yekemîn şikestin neyne. Heta niha her du alî lihev nekirine û lewma çarenûsa Demîrtaşî jî zelal nabe.”

Berî niha çend rojan Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê doza Demîrtaşî yek alî kir û xwest Enqerea wî azad bike. Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî jî got, azadkirina wî bo Tirkiyeyê xêr e û Erdoganî jî diyar kir ku, ew welatê dadgehê ne û dê pabendê biryara dadgehên xwe bin.

 
Fly Erbil Advertisment