Reuters: Tirkiye yasayekê ji bo vegera endamên PKKê amade dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî nûçeya Ajansa Reutersê, Parlamentoya Tirkiyeyê dest bi amadekirina projeyasayekê kiriye ku rê li ber vegera bi hezaran endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Herêma Kurdistanê vedike. Tê payîn ku ev pêngav di çarçoveya prosesa aştiyê de were avêtin, lê yasaya nû dê lêborîneke giştî ji bo tawanên hatine kirin li xwe negire.
Ajansa “Reuters” ragihand, Parlamentoya Tirkiyeyê kar li ser amadekirina yasayekê dike ku dê rê bide vegera endamên PKKê bo welêt. Li gorî zanyariyan, tê çaverêkirin ku pêşnûmeyasa di nava vê mehê de pêşkêşî parlamentoyê bê kirin.
Her çend yasa dê parastinê ji bo kesên vedigerin peyda bike jî, lêborîneke giştî ji bo tawanên ku endamên berê yên PKKê kirine, dê ne di rojevê de be.
Hûrgiliyên Projeyasayê
Li gorî zanyariyên Reutersê, di qonaxa yekem de tê çaverêkirin ku nêzîkî hezar kesên ku beşdarî çalakiyên çekdarî nebûne, vegerin.
Komîteyeke taybet a parlamentoyê ku ji bo prosesa çareseriyê hatiye avakirin, kar li ser amadekirina nexşerêyeke ji bo entegrasyona civakî ya endamên PKKê dike. Yasaya ku weke "Vegera Malê" tê binavkirin, dê kesên vedigerin bike çar beş:
- Endamên ku tevlî tawanan bûne.
- Endamên ku tevlî tu tawanan nebûne.
- Berpirsên payebilind ên rêxistinê.
- Fermandar.
Pêşketinên Prosesa Aştiyê
Ev pêngav weke beşek ji prosesa aştiyê ya berfireh tê dîtin ku armanc dike dawî li şerê demdirêj bîne, ku bûye sedema mirina nêzîkî 40 hezar kesan.
Prosesa nû ya aştiyê li Tirkiyeyê piştî destpêşxeriya Serokê MHPê Devlet Bahçelî di dawiya sala borî de dest pê kiribû. Piştî rêze hevdîtinan, Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan di meha Sibatê de bang li partiya xwe kiribû ku kongreyê lidar bixe û dawî li têkoşîna çekdarî bîne.
Li ser vê bangê, PKKê di meha Gulanê de kongreya xwe pêk anî û biryara xwefesihkirin û çekdanînê da. Herwiha di meha Cotmehê de PKKê ragihand, hemû hêzên xwe ji xaka Tirkiyeyê vekişandine. Ev gav ji aliyê berpirsên Tirk ve weke "erênî û dîrokî" hatibûn binavkirin.
