Fîlmê Kurdî "Deryayê Hêviyê" li festîvaleke Almanyayê ketiye pêşbirkê
Navenda Nûçeyan (K24) – Derhênerê Kurd Cebraîl Ebûbekir ji K24ê re ragihand, kurtefîlmê wî yê bi navê "Deryayê Hêviyê" li Festîvala Navdewletî ya "Paradise" li Almanyayê ji bo wergirtina xelatê hatiye berbijarkirin.
Li gorî gotinên Cebraîl Ebûbekir, festîval dê di 3ê meha bê de li bajarê Kolnê birêve biçe û pêşbirk gelekî xurt e, ji ber ku fîlmê wî ji nav 4800 fîlmên pêşkêşkirî hatiye hilbijartin û dê ligel 59 fîlmên din bikeve pêşbirkê.
Derhênerê Kurd herwiha tekez kir ku fîlmê wî di nav 52 welatên beşdar de nûnerê yekane yê Iraq û Kurdistanê ye.
Çîroka "Deryayê Hêviyê"
Kurtefîlmê "Deryayê Hêviyê" çîroka wî jiyana mirovî ya wêranker vedibêje ku şer bi serê xelkê sivîl de tîne. Fîlm balê dikişîne ser şopên kûr ên derûnî û laşî yên koçberiyê û li dû rêwîtiya wan kesan diçe ku neçar dimînin malên xwe biterikînin û ji bo jiyaneke birûmet û ewle, rêyên xeternak digirin ber xwe, ku di her gavekê de metirsiya mirin û xeniqînê li benda wan e.
