Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên rêkxistinên PDKê yên Ewropayê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li ser pêvajoya hilbijartinan bi berpirsên rêxistinên PDKê yên Ewropayê re civiya, û ji ber vegera wan ji Ewropayê bo tevlîbûna di hilbijartinan de spasiya berpirsên wan rêxistinan kir.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 10ê Mijdara 2025ê) li Hewlêrê bi berpirsên rêxistinên sînorê Liqa Şeşê ya Ewropayê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.
Di wê civînê de, ku Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî û Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Zeîm Elî jî tevlî wê bûbûn, Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina wan kir û pesnê dilsozî û helwesta welatparêziya rêxistinên PDKê kir, ku ji Ewropayê vegeriyane Kurdistanê da ku tevlî hilbijartinan bibin.
Nêçîrvan Barzanî herwesa bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û tevlîbûna berfireh di pêvajoya dengdanê de, herwesa rola girîng û çalak a rêxistinên PDKê û Diyasporaya Kurdistanî li Ewropayê girîng wesifand ku dikarin di gelek waran de xizmeta Kurdistanê bikin.
Di mijareka din a wê civînê de, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) behsa rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez jî kir ku Kurdistan ji hemî aliyan ve li ser pêşkeftinê berdewam e û paşeroja wê geş e.
Hejmareka kesên amadebûyî jî ji aliyê xwe ve rewşa rêxistinên PDKê û Diasporaya Kurdistanî li derveyî welatî berçav kir û daxwaz kir ku, Herêma Kurdistanê bi Iraqê re bizavê bike ku di hilbijartinên bê de ji bo Diyasporaya Kurdistanî û Iraqî dengan bê peydakirin da ku ji wî mafî bêpar nebin.
