Mîrê Êzidiyan: Ji bo vegera bi serbilindî bo Şingalê, dengê xwe bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîr Hazim Tehsîn Beg bang li civaka Êzidî kir ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin da ku mafên xwe bi dest bixin û nûnerên ku parastina ax û niştimanê wan dikin, hilbijêrin.

Mîrê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg piştî ku îro 11ê Mijdarê li Şêxanê dengê xwe da ragihand, jenosîda li dijî gelê Êzidî hîn jî berdewam e û bang li civaka Êzidî kir ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin da ku vegera bi rûmet a ji bo Şingalê misoger bikin.

Mîr Hazim Tehsîn Beg di axaftina xwe ya ji bo rojnamevanan de got: "Îro rojeke girîng û dîrokî ye, ji ber ku heta niha jî jenosîda li dijî civaka Êzidî berdewam e û xelkê Êzidî hîn jî di kampan de û di bin konan de dimînin."

Herwiha tekez kir ku divê deng ji wan kesan re were dayîn ku "ji bo bidestxistina mafan şer dikin û hewl didin qerebûyê ji bo welatiyan misoger bikin û xizmetguzariyê bigihînin Şingalê, da ku welatî bi serbilindî vegerin Şingalê."

Mîrê Êzidiyan herwiha bal kişand ser girîngiya beşdariya çalak a welatiyên li sînorê bazneya Neynewayê da ku mafên wan werin vegerandin.

Mîr Hazim peyameke taybet arasteyî civaka Êzidî kir û got: "Îro hûn hemû biçin navendên dengdanê. Weke ku Serok Barzanî gotiye, dengê xwe bidin wan kesên ku hûn bi xwe dixwazin û dengê xwe bidin wan kesên ku berevanî û parastina mafên welatiyên Êzidî, ax û niştiman dikin."

Li parêzgeha Neynewayê, ji 34 kursiyên giştî, kurseyek ji bo pêkhateya Êzidiyan, kurseyek ji bo Mesîhiyan û kurseyek ji  bo Şebek weke kota hene. Hejmara giştî ya dengdêran li bazneya Neynewayê 1,969,179 kes e, ku li 873 navend û 3,861 wêstgehên dengdanê mafê wan ê dengdanê heye, da ku nûnerên xwe ji bo xula şeşem a Parlamentoya Iraqê hilbijêrin.

 
Fly Erbil Advertisment