Li Pakistanê di encama teqîneke xwekujî de nêzîkî 40 kes hatin kuştin û birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Pakistanê ragihand, di encama teqîneke xwekujî de li ber dadgehekê li navçeyeke sivîlan a bajarê Îslamabadê, 12 kes hatin kuştin û 27 kesên din jî birîndar bûn.
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Muhsîn Neqwî îro 11ê Mijdarê ragihand, di encama teqîneke xwekujî de li ber avahiya dadgehekê li paytext Îslamabadê, herî kêm 12 kes hatin kuştin û 27 kesên din jî birîndar bûn.
Wezîrê Navxwe ku li cihê bûyerê ji rojnamevanan re axivî, got: "Hewlên me didomin da ku em nasnameya êrîşkar diyar bikin û bizanibin ji ku derê hatiye." Herwiha da zanîn ku "êrîşkar demekê li derveyî dadgehê li bendê maye berî ku bombeya xwe li nêzîkî otomobîleke polîsan biteqîne."
Parêzer Rustem Malik, ku şahidê bûyerê bû, ji Ajansa France-Presse (AFP) re ragihand: "Dema min otomobîla xwe park kir û ber bi cihê mebestê ve çûm, min dengekî teqîneke bilind li ber derî bihîst."
Malik wiha berdewam kir: "Piştî teqînê kaoseke tam çêbû û welatî bi lez ber bi cihên ewle ve direviyan. Min du cenaze li ber derî dîtin û agir bi çend otomobîlan ketibû."
Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe, lê jêderekî ewlehiyê ji tora CNNê re îdia kiriye ku êrîşkar çekdarên girêdayî Tevgera Talîbana Exfanî û Hindistanê ne.
Ev êrîş di demekê de tê ku hîn rojek di ser êrîşeke din re derbas nebûye, ku tê de çekdaran zanîngeheke leşkerî li bakurê rojavayê Pakistanê kiribûn armanc.
