Wezareta Pêşmerge êrîşa Artêşa Iraqê ya li ser ciwanekî Kurd şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê, êrîş û reftara Artêşa Iraqê ya ku li navçeya Xurmatoyê li dijî ciwanekî Kurd ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê pêk anîbû, bi tundî şermezar kir.

Wezareta Pêşmerge îro 11ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, reftara Artêşa Iraqê ya li hemberî vî ciwanê Kurd "binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e". Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ala Kurdistanê sembol û nasnameya Kurdistanê ye û em pê serbilind in. Herwiha, di destûra Iraqê ya federal û demokratîk de jî hatiye naskirin, ji ber vê yekê ti kes xwedî maf nîne ku tundûtûjiyê li hember kesekî ku vê alê hildide, bikar bîne."

Wezareta Pêşmerge daxwaz ji aliyên yasayî û Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê dike ku di zûtirîn dem de, tedbîrên lezgîn ji bo lêpirsîneke cidî li ser vê bûyerê werbigirin, kesên berpirsiyar ên vê reftarê radestî yasayê bikin û rê li ber dubarebûna reftarên bi vî rengî yên nerewa bigirin, ji ber ku "ti xizmetê ji aramî û pêkvejiyana pêkhateyan re nake."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat, îro di dema birêveçûna proseya dengdanê de, li nêzîkî dibistana Îbn Xeldûn a li navçeya Xurmatoyê, ciwanekî Kurd ji ber hilgirtina Ala Kurdistanê, bi awayekî hovane ji aliyê serbazekî Artêşa Iraqê ve rastî êrîşê hatibû.

 

 
 

Fly Erbil Advertisment