Li Diyarbekirê pirek hilweşiya; kuştî û birîndar hene

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di dema çêkirina pireka nû de, pir hilweşiya û di encamê de karker man di bin pira hilweşiyayî de. Li gorî agahiyên destpêkê, di wê bûyerê de kuştî û birîndar hene.

Li navçeya Pasurê ya girêdayî Diyarbekirê di dema çêkirina pireka nû de, pir hilweşiya û di encamê de karker di bin wê pirê de man.

Li gorî agahiyan, di navbera Pasur û Mûşê de 2 kîlometre nêzîkî Pasurê pira ku hîn çêkirina wê berdewam bû hilweşiya û karkerên di çêkirina wê pirê de kar dikirin man bin de. Herwesa tîmên hawarçûnê bi awayekê lezgîn derbazî cihê bûyerê bûn û dest bi lêgerîn û rizgarkirinê kirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hatiye ragihandin, di encama wê bûyerê de 3 karker mirine û 2 karker jî birîndar in.

Parêzgeriya Diyarbekirê herwesa da zanîn ku, di derheqa wê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin û ji bo diyarkirina sedema hilweşînê lêkolîn tê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment