PDK-S: Serkeftina PDKê berhemê têkoşîneke dîrokî û Rêbaza Barzanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S), bi daxuyaniyekê pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, ji bo serkeftina mezin a ku di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bi dest xistiye. PDK-Sê ragihand, derbasbûna benda milyonek dengî, bawerî û dilsoziya gelê Kurd ji bo rêbaza Barzanî ya nemir nîşan dide.

Komîteya Navendî ya PDK-Sê di daxuyaniya xwe de, serkeftina PDKê weke "berhemê têkoşîneke dîrokî ya dirêj" binav kir û got: "Ev serkeftin nîşaneya zindî ya baweriya cemawerê Kurdistanê bi programa partiya bira û rêbaza wê ya neteweyî ya ku li ser bingeha rêbaza Barzaniyê nemir hatiye avakirin e."

PDK-Sê herwiha tekez kir ku ev encam dilsoziya gelê Kurdistanê ji bo dîroka bi rûmet a PDKê û rola wê ya pêşeng di parastina mafên gelê Kurd yên rewa de nîşan dide.

Di peyamê de, PDK-Sê herwiha pîrozbahî li tevahiya gelê Kurdistanê, hêzên Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdên ku ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê canê xwe feda kirine, kir.

Di dawiya daxuyaniyê de, Komîta Navendî ya PDK-Sê hêviya tenduristiyeke baş û temenekî dirêj ji bo Serok Mesûd Barzanî û pêşketin û geşbûneke mezintir ji bo PDKê di xizmeta doza dadmend a gelê Kurd de xwast.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment