Operasyonên Hevbeş: Leşkerê ku êrişî welatiyê Xurmatûyê kiribû, hate girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarekî payebilind ê artêşa Iraqê ragihand, bûyera li Xurmatûyê ku tê de du kes hatin kuştin, weke "şerê di navbera du koman de" dest pê kiriye. Herwiha piştrast kir ku leşkerê êrişî welatiyê Kurd kiribû jî hatiye girtin.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Qeys Mihemedawî îro 12ê Mijdarê li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de, derbarê aloziyên li bajarokê Xurmatûyê daxuyanî da û got: "Tiştê li Xurmatûyê qewimî, şerek di navbera du koman de bû û bi şerê destan dest pê kir."

Muhemedawî da zanîn ku hêzên ewlehiyê gelek bi lez destêwerdan kirine, lê di encamê de du kes hatine kuştin. Herwiha tekez kir: "Hemû kesên ku çek bikar anîne hatine girtin û li sûcên xwe mikur hatine ku wan gule reşandine û herdu kes kuştine."

Herwiha eşkere kir, Wezareta Navxweyî lêkolîneke bilez û kûr derbarê bûyerê de kiriye û kesên hatine girtin ji bo darizandinê radestî dadgehê hatine kirin.

Derbarê wî leşkerê Iraqî yê ku bi awayekî tund êrişî welatiyekî Kurd kiribû, Muhemedawî ev yek piştrast kir û got: "Ew jî hatiye girtin."

Çi Qewimîbû?

Duh 11ê Mijdarê, li nêzîkî dibistana Îbn Xeldûn a li Xurmatûyê, ciwanekî Kurd ji ber hilgirtina Ala Kurdistanê, ji aliyê leşkerekî artêşa Iraqê ve rastî êrişekê hatibû û leşker bi qûndaxa çekê li wî xistibû. Herwiha, li heman bajarokî, çend jinên Kurd jî ji ber heman sedemê rastî sivikatiya leşkerên Iraqî û komên milîs hatibûn.

Rewşa Xurmatûyê

Bajarokê Xurmatûyê dikeve nava sînorê Herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Niştecihên wê Kurd, Tirkmen û Ereban in. Tevî ku heta salên 1970î bajarok bi ser parêzgeha Kerkûkê ve bû û piraniya xelkê wê Kurd bûn, lê piştî sala 1976an ji aliyê îdarî ve bi ser parêzgeha Selahedînê ve hat girêdan. Bi taybetî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û êrişa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî, zilm û zordariya li ser welatiyên Kurd ên li Xurmatûyê berdewam e.